Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir

  • jin
  • 13:42 7 Adar 2022
  • |
img
AMED - Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya îro li Amedê hate dîtin. Parêzera Kaya, biryarên xerakirinê yên îstînafê ku ji bo du rêveberên komeleyê yên di dosyayên cuda de dihatin darizandin, pêşkeşî dadgehê kir. 
 
Derheqê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya de bi sûcdariyên nûnertiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), çalakiyên komeleyê û parvekirinên li ser medyaya civakî, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. 
 
Kaya, di dozê de negirtî tê darizandin û beşdarî danişînê nebû lê parêzera wê Gazal Koluman Bayram amade bû. Serokê dadgehê da zanîn ku ji bo bizanin bê ka Kaya endama Komeleya Piştevaniyê ya Rojava ye yan na, ji Walîtiya Amedê re muzekkere nivîsandine lê belê bersiva wan nehatiye dayîn. 
 
Parêzer Bayram di parastina xwe de destnîşan kir ku tu delîleke şênber nîne ku muwekîla wê bi sûcê “li gorî fermana rêxistinê tevgeriyaye” were sûcdarkirin. Bayram, da zanîn ku Dadgeha Îstînafê ji bo du rêveberên heman komeleyê biryara xerakirina dosyayê dabû û Bayram ew biryar pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Biryarên îstînafê hatin xwendin û li dosyayê hatin zêdekirin. 
 
Di berdewamê de jî Bayram xwest ku şandeya dadgehê xwe li benda bersiva walîtiyê bigire û wiha domand: “Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo were zanîn bê ka muwekîla min delegeya KCD’ê ya yan na, lêpirsîna bi hejmara 2018/5079 dabû destpêkirin. Ji bo were lêkolînkirin, dixwazim ku ev dosya ji dozgeriyê bê xwestin.” 
 
Şandeya dadgehê hemû daxwazên parêzer qebûl kir û danişîna dozê taloqî 22’yê hezîranê kir.