HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê

  • jin
  • 12:02 7 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji bo ku 8'ê Adarê weke betlaneya fermî bê îlankirin pêşniyarqanûnek da meclisê. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji bo ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê weke betlaneya fermî bê îlankirin pêşniyarqanûnek da meclisê. Taşdemîr, di pêşnûmeya xwe de qala dîrok û girîngiya 8'ê Adarê kir û da zanîn ku di sedsala 21'emîn de jî jin li dijî şer, tundî, her cure zext û xwînmêjandinê ji bo daxwazên xwe yên maf û wekheviyê têdikoşin. Her wiha Taşdemîr, di pêşnûmeqanûna xwe de welatên ku 8'ê Adarê li wan betlaneya fermî ye rêz kir û daxwaz kir ku li Tirkiyeyê jî 8'ê Adarê weke betlaneya fermî bê îlankirin.