20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê

  • jin
  • 09:08 6 Adar 2022
  • |
img
AMED - Şîlan Dora ku 20 sal in di çalakiyên 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê got: "Hîseke bêhempa ya dikên 8'ê Adarê heye. Ji lew re tu li wir ji bo azadiya jinên nayên hesibandin, tahde li wan tê kirin distrêyî." 
 
Jin îsal careke din bi têmaya têkoşîn û azadiyê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qadan e. Çalakiyên îsal li navçeya Kerboran a Mêrdînê, bajarê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, dest pê kirin. Çalakiyên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya "dem dema azadiyê ye" didomin, dê heya 8'ê Adarê bidomin. Wekî her sal, îsal jî di çalakiyan de gelek hunermend derdikevin ser dikê. Ji van hunermendan yek jê jî Şîlan Dora ye. 
 
20 SAL IN LI SER DIKA 8'Ê ADARÊ YE
 
Dora, di salên 1990'an de wekî solîsta Koma Azad dest bi muzîkê kiriye. Di jiyana xwe ya muzîkê de bi gelek tahde, çewisandin, sansur û qedexeyan re rû bi rû maye. Ji ber stranên xwe heya niha derbarê wê de 10 lêpirsîn û 6 doz hatine vekirin. Lê dîsa jî ji ya xwe daneketiye xwarê û têkoşîna xwe ya di warê hunera kurdî de didomîne. Dora, nêzî 20 sal in di hemû çalakiyên 8'ê Adarê de distrê. 
 
RUHÊ SALÊN 90'AN
 
Dora, behsa jiyana xwe ya muzîkê û çalakiyên 8'ê Adarê yên ew tevlê bûne kir. Dora, bilêv kir ku di salên 1990'an de dest bi muzîkê kiriye û wan salan wekî "salên berxwedanê" bi nav kir û got: "Salên 90'an, salên xwedîderketina li zimanê zikmakî bûn. Min jî xwest ez bi zimanê xwe bistrêm. Em Koma Azad jî me di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de cihê xwe girt. Paşê em lê hay bûn ku armancek me heye. Ji lew re zimanê me û hunera me hem nedihat qebûlkirin hem jî dihat asîmlekirin. Ji ber vê hûn li hemberî vê şer dikin û hûn tenê nikarin bibêjin 'dengê min xweş e, ez ê bistrêm.' Armanca we diguhere. Hûn dixwazin di qada huner û çandê de tiştinan bikin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Dora, destnîşan kir ku di jiyana wê ya muzîkê de huner, cins û ziman pevgirêdayî ne û got: "Gava em lê mêze dikin, jin di sedsala 21'ê de li hemû qadan li refên pêş in. Vîna xwe û fikirên xwe bi awayekî azad didin der. Ez jî ji bo azadiya xwe têdikoşim. Gava hûn bi vê fikirê tevbigerin, hunera we jî vê mîsyonê li xwe bar dike. Hûn bi vê nasnameyê tên naskirin û hûn bi stranên xwe dibin dengê gel. Salên 90'an bi rastî jî salên berxwedanê bûn. Zor û zehmetî di her qadê de xwe didan der. Em jî bi stranên xwe têdikoşiyan." 
 
Dora, anî ziman ku wekî her qadê, qada hunerê jî di tekela feraseta baviksalariyê de ye û ew li dijî vê têdikoşin.
 
ÇALAKIYA EWIL A 8'Ê ADARÊ
 
Dora, behsa wê kelecana xwe ya ku cara ewil di çalakiyeke 8'ê Adarê de çûye ser dikê kir. Dora, bilêv kir ku ewilî salên 2000'an de li Şirnexê derketiye ser dikê û got: "Belê, ez di nava komekê de bûm, lê ez di nav wê komê de ji bo jinan têdikoşiyam. 5 hevalên mêr hebûn û ez tenê jin bûm. Ji 8'ê Adarê de pir hindik mabû, gotin tu yê tenê biçî ser dikê. Ev hîs bi xwe jî ez pir kelecanî kirim. Ji lew re tu jin î û tu yê di roja jinan de derkevî ser dikê û vîna xw ebidî der. Li qadê tenê jin hebûn û ev ez pir kelecanî kirim. Min digot qey wê qelbê min bipengize. Hîsek pir cuda ye, tu rabî û ji bo azadiya jinan bistrêyî. Hîseke bêhempa ya dikên 8'ê Adarê heye. Ji lew re tu li wir ji bo azadiya jinên nayên hesibandin, tahde li wan tê kirin distrêyî." 
 
'ÊDÎ DEM DEMA JINÊ YE'
 
Dora, destnîşan kir ku heman hest di pîrozbahiyên Newrozê de jî lê peyda bûne û dê têkoşîna wê ya li hemberî êrişên li ser hunera kurdî û jinan tim bidome. Dora, diyar kir ku dê di çalakiyên îsal de stranên azadiyê bistrê û got: "Heya kurd û jin azad bibin em hunermend em ê bitêkoşin. Êdî dem dema jinê ye."
 
MA / Eylem Akdag