Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin

  • jin
  • 09:04 4 Adar 2022
  • |
img

ENQERE - Jinên astengdar behsa zor û zehmetiyên xwe yên ku li bajêr bi wan re rû bi rû dimînin kirin û gotin: "Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin."   

Parêzer Sevgî Mart Gocen a ji çavên xwe astengdar û endama Platforma Em ê Cinaytên Jinan Rawestînin (KCDP) Ece Dalaman a ji nigên xwe astengdar, zor û zehmetiyên jiyana li bajêr ên ew pê re rû bi rû dimînin û têkoşîna xwe ya li hemberî vê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
Gocen, bajarê lê ye wekî "newekheviyê" pênase kir û got: "Çavên min nabînin. Mixabin gava bajar tên dîzaynkirin kesên astengdar daxilî nav hesab nayên kirin." 
 
ZOR Û ZEHMETÎ
 
Gocen, bilêv kir ku bilindahiya peyarêyan jî li gor wan nayê sêwirandin û bîlboard, nigên tabeleyan û eşyayn ku xwediyên dikanan wan datînin ber dikanê jî jiyana wan zehmettir dike. Gocen, destnîşan kir ku ji ber ku parêzer e hema bibêje tevahiya wextê wê li saziyên dewletê derbas dibe û ev daîre bi xwe jî li gor kesên astengdar nehatine avakirin. Gocen got: "Ji ber karê xwe divê ez biçim avahiyên fermî û yên din jî. Lê çûna wan zehmet e. Ew jî paşê hatine montekirin. Ez jî hîn bêtir li ser teknolojiyê hûr dibim û bi navnîqasyonê diçin deverên din ên bajêr." 
 
Her wiha Gocen, bilêv kir ku jinên astengdar bi hinceta alîkariyê bi tacizê re rû bi rû dimînin û got, gava bi şev dertê derve diqilqile. Gocen, destnîşan kir ku saziyên jinan ji bo pêşîlêgirtina van tacizan divê zorê bidin rêvebiriyên herêmî. 
 
Gocen, diyar kir ku berê li bajarên cuda tevli çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûye û ji ber mudaxileyên polîsan qilqiliye. Gocen got: "Gava em bi wesayîtên giştî diçin cihê çalakiyê em zehmetiyê dikişînin. Li qadan jî gava polîs mudaxile dikin em nizanin em ê biçin ku. Bi taybetî jî gava em bi tenê diçin, em bêtir zehmetiyê dikişînin." 
 
Gocen, destnîşan kir ku divê bajar li gor astengdaran bên sererastkirin û got: "Divê di otobêsan de û li rawestagehan sînyalîzasyona bi deng hebe. Di hundirê otobêsan de divê rampa hebin. Ji bo kesên deng naçin wan divê ajovanên otobêsan di warê zimanê îşaretê de bên perwerdekirin. Ji lew re gava li navnîşanekê dipirsin ajovan nikarin bersiva wan bidin. Her wiha divê peyarê bên rastkirin û di ronahiyên trafîkê de jî pergala sînalîzasyonê ya bi deng hebe." 
 
8'Ê ADARÊ
 
Gocen, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî got: "Hêvîdar im jin azadtir bibin. Hêvîdarim jiyaneke ji cinayetên jinan xalî çêbibe." 
 
PIŞTEVANÎ
 
Ece Dalaman ku di sala 2014'an de qeza kiriye û ji sedî 90 astengdar e, diyar kir ku ji daîreyên dewletê bigire heya çûn hatina li nava bajêr tu tişt ne li gor astengdaran e.
 
Dalaman, diyar kir ku bi bîr û baweriya ku dê rêxistinbûyîn û têkoşîna jinan ji heq hemû zor û zehmetiyan derkeve tevli çalakiyan dibe û got: "YEz her sal tevli 8'ê Adarê dibim. Herî dawî tevli çalakiya quşxane-taweyan a li dijî krîza aborî bûm. Ez jî li qadê bûm, lê gava polîsan mudaxile kir hevalan ez ji qadê derxistim. Gava bi tenê bûma, min ê zehmetî bikişanda. Em bi hev re bihêz in." 
 
MAFÊ JIYANA WEKHEV
 
Dalaman, bibîr xist ku ji bo kesên astengdar bi rihetî daxilî nav jiyana bajêr bibin berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê dewletê û rêvebiriyên herêmî. Dalaman, destnîşan kir ku ji bo daxilî nava jiyanê bibin divê mafên wan ên sereke esas bên girtin. 
 
Dalaman got: "Bihura ji bo astengdaran heye, lê radibin wesayîtan li wir park dikin. Em ji van kesan re dibêjin 'qet nebe tu nebe asteng.' Jixwe dewletê ji bo astengdaran sererastkirineke ji sedî 10 kiriye. Lê welatî radibin vê yekê binpê dikin. Ger em jiyanê bi awayekî wekhev parve bikin, dê kes mecbûr nemîne doza tiştekî li kesî bike. Em alîkariyê naxwazin, em doza jiyaneke wekhev dikin. Ne jin doza tiştine cuda dikin,ne LGBTÎ+, ne jî astengdar. Em doza mafên xwe yên jiyana wekhev dikin."