Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye

  • jin
  • 09:02 3 Adar 2022
  • |
img

RIHA - Jinan, diyar kir ku ne li kuçeyan, ne li malê û ne jî li zanîngehê xwe ewlehî tune ye û gotin: "Heya sêmendiya daraz, mêr û dewletê hebe, wê ewlehî tune be." 

Li gor rapora 2021'ê ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di salekê de 280 jin hatine qetilkirin. Ji van jinan 2017 jê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Komkujiyên jinan û tahde di 2 mehên ewil ên sala 2022'yan de jî dewam kirin. Di meha Çileyê de 26 jin xwe kuştin û 28 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Rihayê me ji jinan pirsî bê ka li kuçeyê, li malê û zanîngehê xwe ewle hîs dikin an na. JInan, destnîşan kirin ku tahdeya mêr û kiryar bi destê darazê tên parastin û bal kişandin ser têkoşîna yekbûyî ya jinan. 
 
Berfîn Çîçek, diyar kir ku niha mêr pir êrişkar bûne, lewma di wexteke wiha de kes nikare behsa ewlehiyê bike. Çîçek, destnîşan kir ku li sîteyên ewlehiyên wan hene jî jî jin xwe ewle hîs nakin û got: "Em li her derî bi çewisandinên feraseta mêr a desthilat re rû bi rû dimînin. Em jin niha li Tirkiyeyê, Kurdistanê bi awayekî takekesî şer dikin. Jin ji bo jiyanê şer dikin." 
 
Çîçek, bal kişand ser 8'ê Adarê jî û bang li jinan kir ku dakevin qadan. 
 
'EWLEHÎ'
 
Senem Erîş, diyar kir ku ne li malê, ne li kuçeyê û ne jî li zanîngehaê xwe ewle hîs nakin û got: "Niha kuçe ji kesên potansiyela kujerî û kiryarê bi wan re heye, yên dibêjin 'ez bixwazim kê bikujim ez ê bikujim' xalî nabin. Her wiha Erîş bilêv kir ku yê jinan dikuje tenê ne mêr e, dewlet e jî û got: "Heya sêmendiya daraz, mêr û dewletê hebe, wê ewlehî tune be." 
 
8'Ê ADARÊ
 
Erîş, destnîşan kir ku dê li dijî hemû cureyên tahdeyê bitêkoşin û got: "Em ê li kuçeyan, li kampusan têkoşîna xwe bikin yek. Em li dijî pergala patriarka, serdestiya mêr û hemû cureyên tahdeyê bang li jinan dikin ku bitêkoşun. Me li kuçeyan destkeftiyên xwe bi dest xistin, em li wir hebûn. Em ê tim hebin. Bang li hemû jinan dikim ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Şemşe Guleç jî got: "Em xwe ewle hîs nakin. Li rihayê jin di biniya mêran re ne. Bila jin mafên xwe biparêzin. Ma jin êsir in, ma kole ne?" GUleç, destnîşan kir ku cezayê li kiryaran tên birîn jî kêm e û got: "Ê îro jinekê dikuje sibê tê berdan. Em dixwazin mêrên êrişkar bên cezakirin. Em jin doza azadiyê dikin." 
 
Hulya Guleç jî destnîşan kir ku her roj 3 jin tên qetilkirin û êdî naxwazin nûçeyên li ser cinayetên jinan bixwînin. Guleç got: "Bila cîhan dengê jinan bibihîse. Ez dixwazim hemû jin di 8'ê Adarê de dakevin kuçeyan daxwazên xwe bilêv bikin. Bila doza mafên xwe bikin." 
 
MA / Mujdat Can