Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan

  • jin
  • 10:41 28 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Jinên ku îsal daxwazên xwe yên 8’ê Adarê rêz kirin, bang kirin ku ji bo azadiya Ocalan û berdana girtiyên nexweş hemû jin dakevin qadan. 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) duh 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Enqereyê pêk anî. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî û tililiyên xwe di kongreya ku bi diruşmeya “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” hat lidarxistin de herî pêş cihê xwe girtin. 
 
Jinan di kongreyê de daxwazên xwe anîn ziman û jib o 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang kirin. Emîne Caynak, bi lêv kir ku jin têkoşîneke azadtir û bi rêxistinkirî esas digirin û ji niha ve kelecana 8’ê Adarê dijîn. Caynak, anî ziman ku armanca wan a bingehîn têkoşîna jinê ya bi hêz ava bikin, di vê çarçoveyê de civakeke azad bi afirînin û wiha got: “Ez bawer dikim ku wê 8’ê Adara îsal ji hemû 8’ê Adarên din cudatir be. Em ê vê baweriyê li hemû beşên din belav bikin.”
 
‘EM Ê DIYARÎ GARÎBE GEZERÊ BIKIN’
 
Caynak, da zanîn ku 8’ê Adara îsal diyarî Garîbe Gezer a bi awayekî biguman di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da kirin û wiha axivî: “Em ê di vê 8’ê Adarê de ji bo hemû jinên di girtîgehan de berxwedana xwe mezin bikin û tecrîdê bişikînin. Wê bi şikandina tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser civakê wê rabe. Em bawer dikin ku bi şikandina vê tecrîdê wê berxwedana girtîgehan jî bilind bibe. Em dakevin qadan wên rengê jinê bibe rengê jiyanê.”
 
‘EM BI DIRÛŞMEYÊN XWE TEVLÎ 8’Ê ADARÊ BIBIN’
 
Yek ji xizma girtiyan ku li pêş Baroya Îzmîrê Nobeta Edaletê daye destpêkirin Hanîfe Gumuş jî wiha got: “Em îro ji bo hemû girtiyên di girtîgehê de ne hatin vê derê, em ji bo wan têdikoşin. Em dixwazin di serî de Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş bên berdan. Em dixwazin hemû jinên girtî 8’ê Adarê li derve, li bajarên xwe pîroz bikin. Ez ê bi dirûşman û cilên xwe yên herêmî li qadan bim. Ez dê zarokên xwe, cîranên xwe jî bibim qadan. Bila jinên kurd bi cil û bergên xwe yên herêmî dakevin qadan.”
Gumuş, a diyar kir ku dê ji bo azadiya girtiyên nexweş li ber xwe bidin ev bang kir: “Em ji bo girtiyên nexweş bi rojane li pêş baroyê rûdinin. Heta ku girtiyên me neyên berdan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Baro cihê ku edaletê lê pêk were ye, divê dewlet vê edaletê pêk bîne. Êdî bes e bila li girtîgehan mirin çênebin.”
 
‘JI ROZAYAN HETA SARAYAN TÊKOŞÎNA JINAN HEMBÊZ DIKIN’
 
Dîlan Karademîr jî bi lêv kir ku bi sed salan e li dijî kolekirina bi awayekî sîstematîk ya jinê ya pergala serweriya zilam li ber xwe didin û wiha axivî: “Bi salan e em li dijî zilamtiyê şer dikin. Ji Rozayan heta Sarayan berxwedana jinan a her aliyê cîhanê hembêz dikin. Weke jinên kurd daxwazên me yên sereke; neyên kuştin, zimanê me neyê qedexekirin, jinên me li Kurdistanê nekevin çirava fihûşê, girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em dixwazin ku ji bo Aysel û hemû jinên girtî di 8’ê Adarê de dakevin qadan.”
 
AZADIYA OCALAN
 
Mûhsîne Seçen jî bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û got: “Bila jinên me li malan ne rûnin. Ji bo ku civak azad bibe divê ewilî azadiya Ocalan bixwazin. Heke Ocalan nehatibûya girtin niha tu parlamenterên me zarokên me jî girtî nedibûn. Ez bang li dayikên kurd dikim; em bibin yek, dakevin qadan. Em di vê 8’ê Adarê de jî dakevin qadan.”
 
‘BILA HEMÛ JIN DAKEVIN QADAN KU DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN’
 
Hacîre Aksoy jî anî ziman ku daxwaza wan a îsal a 8’ê Adarê vekirina deriyê girtîgehan, berdana girtiyên nexweş in û wiha axivî: “Bila di kesayeta Ocalan de hemû girtî bên berdan. Em tecrîda li ser girtiyên siyasî qebûl nakin. Dilê me disoje, îro zarokên me di girtîgehan de di bin tecrîd û îşkenceyê de ne. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.”