Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin

  • jin
  • 09:14 26 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Jinên ku ji ber qeyûmên tayinî Şaredariya Bismilê hatin kirin du caran karê wan hatin xespkirin, 2 sal in bi hevkarî dixebitin û bi vî awayî hem li ser pêyan disekinin hem jî pê debara xwe dikin. 

Li navçeya Bismil a Amedê, gava di hilbijartina herêmî de şaredarî ketibû destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), erdên beyar ên li ber Çemê Dîcleyê hatibûn xebitandin. Li nav van erdên tahsîsî jinan hatibûn kirin zebze û fêkî hatibûn çandin. Lê belê gava di sala 2017'an de qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin, qeyûm dest danîbû ser van erdan jî û projeya heyî betal kiribû. 
 
Lê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de gava şaredarî ketibû destê rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), projeya hatibû betalkirina cardin hatibû pêkanîn. Şaredariya HDP'î 100 donim erdê li qeraxa çem ji bo dahatê û kooperatîfbûnê dabû jinan. Lê di 22'yê Cotmeha 2019'an cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin û proje cardin hatibû betalkirin. He rwiha qeyûm di Kanûna 2019'an de nehiştibû jin biçin nav erd jî. 
 
Jin, niha bi pêşengiya xebatkara şaredariyê Amîne Kûtlay ku di dema tayinkirina qyeûmê ewil de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin,erên berê çandibûn û berhev kiribûn difiroşin û pê debara xwe dikin. 
 
KEDA HEVPAR
 
Jin, 2 sal in li kargeha ku vekirine mast, şîr, penêr, dims, bastêq, hinguv, rîçal, selçe, hêk, zeytûn, simaq û berên din difiroşin û pê debara xwe dikin. 
 
Amîne Kûtlay, diyar kir ku pergala heyî pergaleke ku dixwaze jinan bi fikaêrn aborî "teribiye bike" û got, piştî kooperatîfa wan a bi navê "Siya Jîn" ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin, ew jin li hev kom bûne û dest bi karê berên organîk kirine û zêdetirî 2 sal in bi xebateke kolektîf dixebitin. 
 
Kûtlay got: "Karê em dikin xizmeta ji xwezayê ber bi gel ve ye. Em jin tên cem hev du beran hişk dikin, salçeyê çêdikin, tirşiyê çêdikin. Her wiha em ji xeynî vê li ser berên şîrî jî disekinin. Di demsalên din de em nahne, simaq û hwd. jî difiroşin. Berên me hemû ji gundan tên. Jinên gundan jî tên tevli me dibin. Ew jî di warê aborî de dahatekê bi dest dixin." 
 
Kûtlay, anî ziman ku hindik maye zivistan biqede û got: "Em ê di biharê de biçin giha berhev bikin. Karekî zêde li benda me ye. Armanca me profîla jineke hem di warê aborî de xurt hem jî rêxistinbûyî ye. Gava em giha berhev dikin jî û em tirşiyê çêdikin jî axaftinên me li ser têkoşîna jinê ne. Jin li ku bên cem hev du ew der qada têkoşînê ye."