DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir

  • jin
  • 15:28 25 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Platforma Dîcle Amedê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Platformê di daxuyaniya xwe de banga tevlibûna çalakiyan kir. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (DAKAP) daxuyaniyek da. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Dem dema azadiyan jinan e” hatibû daliqandin. Ji Komîteya Amadekar a çalakiyan Fatma Yildizhan daxuyanî xwend û got ku ew 8’ê Adarê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin. 
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN, TIRSA DILÊ DESTHILATDARAN E’
 
Di berdewamê de jî Yildizhan anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinan, tirsa herî mezin a dilê desthilatdarane û wiha domand: “Pergalê, îsal jî hebûna xwe li ser polîtîkayên qirkirinê domand. Pergala mêrê serdest êrişî nirxên civakî yên jinan dike û bi polîtîkayên qirêjî hewl dide heqîqeta civakî parçe bike. Jiyaneke azad, bi azadiya jinan pêkan e. Hewl didin bi polîtîkayên fihûş û tiryakê ku bi destê çeteyan li Kurdistanê dimeşînin, vîna gelê kurd bişikînin, civakê ji eslê xwe dûr bixin, ji çand, huner û dîroka xwe dûr bixin.”
 
ÇALAKIYÊN NOBETA EDALETÊ
 
Yildizhan, bal kişand ser rewşa Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan û siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Garîbe Gezer, ji ber ku serê xwe li ber rêveberiya girtîgehê netewand, hat îşkence û tecawizkirin. Kuştina Gezer hêj jî nehatiye zelalkirin. Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe bijî lê ATK’ê rapora berdana wê neda. Ev mînak, bi tena serê xwe nîşan dide bê ka desthilatî çiqasî dijminatiya kurdan dike û di nava hewldanên tolhildanê de ye. Bi rojane dayikên girtiyan ji bo ku cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan dernekevin, nobeta edaletê digirin. Emîne Şenyaşar û malbata xwe ji bo ku hesab ji kujeran were pirsîn, her roj li ber deriyê edliyeyê ye. Têkoşîna Şenyaşar nîşan dide ku dê jinên kurd têkoşîna xwe bi serfirazî bidomînin.” 
 
Bi domdarî jî Yildizhan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, azadiya girtiyên siyasî gelek girîng e û wiha derbirî: “Divê tecrîda heyî ya her ku diçe girantir dibe û li tevahiya civakê tê ferzkirin, bi dawî bibe û li gorî mafên girtiyan ên qanûnî tevbigerin.” 
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Çalakiyên 8’ê Adarê yên DAKAP’ê yên li Amedê wiha ne: 
 
* Di 1’ê adarê de dê bi cil û bergên gelêrî li ber Misgefta Uluyê starta xebatan were dayîn û dê ji girtiyên jin re qert bên şandin. 
 
* Di 5’ê adarê de dê tevli çalakiya Xizmên Windayan bibin.
 
* Di 5’ê adarê de dê li Kolana Hunerê belavok bên belavkirin.
 
* Ji bo piştgiriya bi Nobetên Edaletê re, dê weke pêkhateya DAKAP’ê her hefteyê beşdarî çalakiyê bibin. 
 
* Di hefteya 8’ê Adarê de dê li her navçeyê belavok bên belavkirin.
 
* Di roja 8’ê Adarê de em ê li Qada Îstasyonê mîtîngeke girseyî li dar bixin.”