Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin

  • jin
  • 15:42 24 Sibat 2022
  • |
img
AGIRÎ - Danişîna doza kujerê Fatma Altinmakas, Kazim Altinmakas carek din hat taloqkirin. 
 
Li gundê Qêranlî yê bi ser navçeya Melazgira Mûşê ve Fatma Altinmakas a ku bi tecawiza tiyê xwe Sînan Altinmakas re rûbirû mabû û pişt re ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Danişîna 7’emîn a doza Kazim Altinmakas ê ji kuştina hevjîna xwe Fatmayê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Navçeya Panosê hat lidarxistin. Malbata Fatmayê û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Bersûc jî ji girtîgîha lê girtîbû bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 
 
Bersûc di danişînê de îfadeyên xwe berê dubare kir û xwest were berdan. Pişt re parêzerên Fatmayê axivîn û xwestin cezayê girankirî yê heta hetayê li bersûc were birîn. 
 
Heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin, danişînê taloqî 26’ê nîsanê kir.