Li Uşakê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 09:34 15 Sibat 2022
  • |
img
UŞAK - Kesê bi navê Onder Bûlût li Uşakê hevjîna xwe Nazîfe Bûlût qetil kir. 
 
Zilamê bi navê Onder Bûlût, hevjîna xwe Nazîfe Bûlût (39) bi darê zorê bir Daristana Bajêr û li wir qetil kir. Kujer Onder Bûlût piştre jî li kekê xwe geriya û li xwe mikûr hat ku hevjîna xwe kuştî ye. Hat zanîn ku kujer Bûlût piştre jî hewl da xwe bikuje. 
 
Kujer Bûlût ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Uşakê, li wir tê dermankirin. Cenazeyê Nazîfe Bûlût jî derbasî morga heman nexweşxaneyê hat kirin.