Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn

  • jin
  • 12:30 14 Sibat 2022
  • |
img
MUGLA - Li Mîlas a Muglayê komeke çete bi îlanên sexte yên kar re gelek jin neçarî fuhûşê dikirin. Jina bi navê S.F.Y. jî endamên vê çeteyê derhî kiribû û doz vekiribû. Hat zanîn ku diz ketin mala Y. û dosyayên dozê dizîn. 
 
Li navçeya Mîlas a Muglayê komeke çete li ser îlanên sexte yên kar gelek jin xapandin û neçarî fuhûşê kirin. Jina bi navê S.F.Y. jî endamên vê çeteyê derhî kirin û doz vekir. Hat zanîn ku hinek kesên nasnameya wan nehatiye zanîn ketin mala Y. a li Bodrumê û dosyayên dozê dizîn. Li gorî nûçeya Jinnewsê, dizên ku ketine mala S.F.Y.’yê tenê dosyayên dozê dizîne ku endamên çeteyê Ayşe Gunduz, Pinar Gunduz, Alî Lofçali û faîlê destdirêjiyê Mûtlû Erbey tê de tên darizandin. 
 
Li ser vê yekê S.F.Y’ê ji ewil li Qereqola Bodrumê û piştre jî li Serdozgeriya Komarê ya Bodrumê gilî kir. S.F.Y’ê guman ji hinek kesan dibir ku têkiliya wan bi vê koma çete re heye. Hat zanîn ku Y. navên van kesan jî diyar kirine.