Jinên kurd ên rojnameger: Em dibin denge jinên cîhanê

  • jin
  • 09:37 6 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED – Rojnamagerên jin diyar kirin ku ji bo ew bibin dengê jinên kurd ew ketine rê û roja îroyîn ew bûne dengê jinên kurd. Rojanamgeran bale kişand ser girîngiya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamagerên Jin a Kurdistanê. 

Mine, Jiyana Erdem, Gurbetelli Ersoz, Sarya Onur, Şilan Aras, Deniz Firat li ser rêça çanda rojnamegeriya jinên kurd bûn dengê jinan. Rojnamegerên jin ên kurd ku ji bo heqîqet derkeve holê pênûs ji destê xwe dernexistin, her wiha liv û tevgera xwe ya ji bo lêgerîna heqîqetê jî wek mîrate hiştin. Li Tirkiyeyê rojnamgeriya jinên kurd dema Gurbetelli Ersoz bû Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê dest pê kir û bi vê yekê re artêşa çapemeniyê ya jinan ku her li pêyî heqîqetê ye ava kir. Rojnamagerên jin ên kurd ku pênûsa Gurbetelliyê heta roja îro anîn, der barê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamagerên Jin a Kurdistanê de axivîn. 
 
‘EZ VÊ ROJA ME PÎROZ DIKIM’ 
 
Nûçegîhana JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Roja Rojnamegerên Jin a Kurdistanê pîroz kir û bi bîr xist ku ji bo bê îlankirin bedêlên giran hatin dayîn. Alagaş, anî ziman ku 7’ê Cotmehê bi jinên kurd re veguheriye sembolekê û wê mîrateya ku jinên kurd veguhastine roja îroyîn. Alagaş, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ewil Gurbetelli Ersoz gerînendetiya weşana giştî kiriye û ji wê rojê heta niha rojnamegerên jin gelek tişt kirine. Alagaş, got ku bi saya rojnamagerên wek Gurbetelli Ersoz, Ayfer Serçe, Nurcan Demir, Esra Bulut û Zeynep Erdem li Kurdistanê ji aliyê jinan ve ajans, rojnamager û kovar hatin avakirin û weşandin. 
 
‘EM DIBIN DENGÊ JINÊN CÎHANÊ’ 
 
Alagaş, dest nîşan kir ku hedefa wan ew e ku ew bibin dengê jinên cîhanê û wiha axivî: “Kesên ev mîrate ji me re hiştin, hewl dan dengê jinên kurd bighînin cîhanê. Şideta li dijî jinê îstismarê teşhir dike. Ji bo têkoşîna jinên kurd mezintir bibe em bi nûçeyên xwe têdikoşin. Jinên kurd bi têkoşîna xwe ji bo jinên cîhanê dibin mînak. Yên vê yekê digihînin jinên cîhanê dîsa jinên kurd in. Ji ber vê berpirsiyariya me zêde ye.” 
 
‘HEQÎQETA BI PÊNÛSA JINÊ’ 
 
Alagaş, anî ziman ku di rojanmageriyê de jin biçûk û kêm dihatin dîtin. Alagaş, bi bîr xist ku polîtîkaya tepisandinê îro jî bi taciz, çewisandin, binçavkirin û girtinan didome û wiha axivî: “Me rojnamagerên jin vê ferasete hinekî şikand. Li herêmê herî zêde rojnamegerên jin dixebitin. Ji bo çi herî zê de jin dixebitin. Çimkî, bawerî bi karê xwe tînin, hewl didin bibin dengê jinê, pêşengiyê dikin. Îro jî tê xwestin ku bibin dengê jinê. Sedema wê ya sereke jî, ji ber ku dengê jinan radigihînin. Tevî çewisandin, binçavkirin, girtin û KHK’yan jî em ê tim xebatên xwe bidomînin. Em ê bi pênûsa jinê tim li pêyî şopa heqîqetê bin.” 
 
Edîtora Rojnameya Welatê Elif Alkan, diyar kir ku herî zêde rojanamgerên jin ji çewisandinên ku bi îlankirina OHAL’ê re zêde bûn tesir girtin û wiha got: “Rojanamgerên jin ên kurd, 7’ê Cotmehê di şert û mercên OHAL’ê de pîroz dikin. Ji bo me rojeke zaf girîng e. Helbet ev yek bi rihetî bi dest neket. Bi bedelên giran me ev roj bi dest xist.” 
 
‘EM BI HEYCANA 7’Ê COTMEHÊ DIMEŞIN’ 
 
Alkan, 8’ê Cotmehê roja mirina Gubetelli Ersozê bi bîr xist û wiha axivî: “Em deyndarê hevalên xwe yên rojnamager ên jin in ku di rojên herî zehmet de têkoşiyan. Di serdemeke ku herî zêde çewsîner de dest bi rojnamageriyê kirin. Di riya heqîqet û rastiyê de meşiyan û şehîd ketin. Wek Nûjiyan û Evînê, em ê jî di rêçê de bimeşin. Bi taybetî jî rojnamagerên jin ên kurd tevî çewisandinên ku bi OHAL’ê re zêde bûn jî tu carî ji heqîetê tawîz nedan. Em bi heycana 7’ê Cotmehê wê biryardariya xwe ya ji bo heqîqetê dubare dikin. Em ê heta dawî mafê nûçewergirtinê yê civakê biparêzin û vê meşa xwe ya heqîqetê bidomînin.” 
 
 
Edîtora 1HaberVarê Gulistan Korban jî, diyar kir ku Roja Rojanamgerên Jin a Kurdistanê bi berxwedana jinên kurd û rojnamagerên jin ên kurd watedar dibe û li Tirkiyeyê ji ber fealiyetên xwe yên rojnamegeriyê dibin hedefa êrîşan. Korban wiha got: “Hem ji ber em rojanamgerên jin ên kurd in û hem jî geşedanên li herêmê bi awayekî rast û objektîf digihînin gel, tim û tim em bûn hedef û hîn jî dibin. Ji ber vê yekê em careke din wate û girîngiya 7’ê Cotmehê bi bîr dixin. Em rojnamagerên jin ên kurd ku ji çanda berxwedana salên 90’î tên, em ê vê çandê bidomînin û em ê tim binivîsin.”