Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin

  • jin
  • 09:04 13 Sibat 2022
  • |
img
WAN - Hanim Dînç, dayika girtî Mazlûm Dînç, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li hemberî kurdan û destnîşan kir ku ev bêhiqûqîtî niha li girtîgehan bi binpêkirinên mafan didomin.
 
Mazlûm Dînç ku di 29'ê Kanûna 2015'an de gava xwendekarê Zanîngeha Înonu ya Meletiyê bûye, di êrişeke xwendekarên nijadperest de hatiye hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Dînç, piştî hatiye girtin 21 sal ceza lê hatiye birîn. Di bûyerê de ji ber teqîna bombeyê 3 tiliyên Dînç jê bûne. 
 
Dêya wî Hanim Dînç (60), niha li dijî bêhiqûqîtiyan li Baroya Wanê di Nobeda Edaletê de ye. Dayik Dînç ku di Komkujiya Zîlanê ya 1930'yî de gelek ferdên malbata wê hatine qetilkirin, 17 sal berê jî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye. Piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye di şert û mercên dijwar de zarokên xwe mezin kirine. 
 
DERENG HATIYE TEDAWÎKIRIN
 
Dayik Dînç, behsa îşkenceya ku di bûyera li Meletiyê de li kurê wê hatiye kirin kir û got: "Mazlûm, birîndar bûbû. Bi wî halî du saetan li cihê bûyerê hatibû sekinandin û ew nebiribûn nexweşxaneyê. Pir xwîn jê çûbû. Hevalekî wî, ji bo hîn bêtir xwîn jê neçe egala xwe li milê wî girêdaye. Ger kurê min di wext de bibirana nexweşxaneyê, belkî her sê tiliyên wî pê ve bihatan dirûtin. Ji ber ku dereng wî birin nexweşxaneyê, bijîşkan jî nikaribû tiştekî bike." 
 
LI NEXWEŞXANEYÊ ÊRIŞ BIRINE SER WÎ
 
Dayik Dînç, da zanîn ku gava kurê wî li ser sedyeyê birine nexweşxaneyê li wir komeke nijadperest cardin êriş biriye ser wî û got: "Wê gavê hevalek wî ji bo zirara negihê Mazlûm, xwe davêje ser wî. Hevalekî wî got, 'Bi daran, bi pehînan êrişî min kirin. Ger ew lderb ji dêvla min li Mazlûm biketena, dê Mazlûm bimirana.'" 
 
Dayik Dînç, bilêv kir ku piştî pê hesiyane ji Erdîşê çûne Meletiyê û li nexweşxaneyê polîsan nehiştiye kurê xwe bibîne. 
 
Dayik Dînç, bibîr xist ku kurê wê bi birîndarî birine dadgehê û dadgehê ewilî kurê wê berdaye, lê piştî 12 saetan cardin ew binçav kirine û vê carê girtine. Dînç, diyar kir ku kurê wê nêzî 7 sal in girtiye û got: "Gava em diçin cem wî, ji dêvla ku em moralê wî xweş bikin, ew yê me xweş dike."
 
Dînç, destnîşan kir ku di hevdîtina dawî de kêfa kurê wê li cih bûye û got: "Piştî 3 salan me hev dît. Lê me nikaribû pir xeber bidana. Em ji hev têr nebûn. Me wê 30 deqe têra çi bike?" 
 
'ÇIMA NABIN NEXWEŞXANEYÊ?'
 
Dînç, destnîşan kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî dev ji têkoşînê bernedaye û got: "Heya sax bim ez serî natewînim. Ez dev ji doza xwe bernadim. Înşelleh em ê bi ser bikevin."
 
Dînç, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Nexweşan nabin nexweşxaneyê. Bila zarokên me bibin nexweşxaneyê. Çima qey ji wan ditirsin? Çima wan nabin nexweşxaneyê? Ger kurê min di wext de bihata dermankirin, dê baş bûbûna. Lê hê jî destê wî diêşe. Koletî heya derekê ye, êdî em doza heqê xwe dikin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Dayik Dînç, destnîşan kir ku ew bi awayekî rûtîn tevli Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin dibe û got: "Ger li Tirkiyeyê edalet hebûna, dê ev qas zilm li kurdan nehatan kirin." 
 
Dayik Dînç, Komkujiya Zîlanê bibîr xist û anî ziman ku di vê komkujiyê de gelek ferdên malbata wê hatine qetilkirin û got: "Di Komkujiya Zîlanê de serê me jêkirin. Zarokên me qetil kirin. Mirovan bi hev ve girêdan û ew bi piran ve daliqandin. Em kurd em ê çawa van birînan ji bîr bikin? Heya em sax bin em ê birîna Komkujiya Zîlanê ji bîr nekin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç