‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'

  • jin
  • 09:07 11 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Jinan diyar kir ku siyasetmedar Aysel Tûglûk naveke girîng a tevgera jinê ye û gotin: "Heya Aysel bê berdan em ê têbikoşin." 

Rewşa tenduristiya siyasetmedar Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de her diçe xirabtir dibe. Tûglûk ku nexweşîna demansê lê peyda bûye û demek berê sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibû kirin, piştî 3 rojên li ATK'ê cardin ew şandibûn girtîgehê. Jinan, anîn ziman ku heya Tûglûk neyê berdan dê têbikoşin. 
 
NAVEKE GIRÎNG A TÊKOŞÎNA JINÊ
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Kesk a Çep Tulay Koçak, destnîşan kir ku dewlet 40 sal in bi ser tevgera jinan a kurd de diçe û got: "Em baş dizanin her cara wisa dikin polîtîkayên wan li nav çavên wan dikevin. Em baş dizanin dê ev pêvajoyên çewisîner ên li hemberî tevgera azadiyê ya jinên kurd teqez bên berterefkirin. Di vî warî de Aysel Tûglûk ji bo me naveke pir girîng e. Lewma em hem ji Aysel Tûglûkê hem jî ji girtiyên nexweş berpirs in. Em jin divê xwedî lê derkevin." 
 
Koçak, bal kişand ser ATK'ê jî û destnîşan kir ku divê saziyeke etîk be û got: "Divê bibe saziyeke hiqûqê esas digire. Ji bo berdana Aysel Tûglûkê û girtiyên din ên nexweş divê li gor pîvanêne tîkê tevbigere û çi ji destan bê bike. Demildest divê Aysel Tûglûk bê berdan. Em jî çi ji destê me bê divê em bikin." 
 
DIJÎ MAFÊN MIROVAN E
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê Denîz Keleş jî destnîşan kir ku Tûglûk bi têkoşîna xwe ji bo jinên kurd bûye mînak. Keleş, bilêv kir ku pêkanînên li hemberî Tûglûkê dijî mafên mirovan e û got: "Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. ATK, demildest divê tevbigere. Divê wek partiyeke siyasî hereket neke. Ger tiştek bê serê Ayselê berpirs ATK ye. Bi zora raya giştî sewqî ATK'ê hat kirin. Lê hê nehatiye berdan. Lewma em jin divê em têbikoşin. Heya bê cem me." 
 
Ji Înîsyatîfa Xwendekaran Yagmûr Alaz Gulveren jî got: "Tahdeya li hemberî tevgera jinên kurd zêde bûne. Aysel Tûglûk, Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tûncel bi salan e bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ne. Aysel Tûglûk nexweş e, lê nayê berdan. Ev tenê ne li dijî tevgera jinên kurd e, li dijî tevahiya tevgera jinan e. Peywira me ye ku em mafê jiyanê yê Aysel Tûglûkê biparêzin. Em dizanin Aysel Tûglûk ji ber sedemên siyasî tê îşkencekirin. Sewqkirina wê ya ATK'ê jî encama vê têkoşînê ye. Heya Tûglûk girtî be, yek ji me jî ne azad e."