Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin

  • jin
  • 16:07 10 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo paqijiyê ji xwe re sêke çêkiribû. Dozgeriyê, têkela fêkî û şilaviyê ku ji bo çêkirina sêkeyê tê bikaranîn wek “alkol” nirxand û derheqê girtiyan de angaştname amade kir. 
 
Bûroya Lêkolînkirina Bûyerên Edlî yên li Saziyên Înfazkirina Cezayê ya Serdozgeriya Komarê ya Rojava ya Enqereyê, derheqê 11 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê de bi daxwaza dozê angaştname amade kir. Angaştnameya ku hatiye amadekirin, ji Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Rojava ya Enqereyê re hat şandin.
 
Dozgeriyê di angaştnameyê de av û ava fêkî wek delîl nîşan dan û tawana “alavên qedexe xistine saziya înfazê” li girtiyan kir. Di angaştnameyê de tiştên ku girtiyan ji bo çêkirina sêkeyê bi kar anîn jî wek “alkol” hat pênasekirin û dozgerî îdia dike ku girtiyan alkol bi kar aniye. 
 
Girtiyên jin jî di îfadeyên xwe de diyar kirin ku têkela şilavî û fêkiyan ji bo çêkirina sêkeyê hatiye amadekirin. Girtiyan da zanîn ku li kantînê sêke nayê firotin lewma wan jî ji bo ku xwe ji Covîd-19’ê biparêzin û xwarinên xwe paqij bigirin, dest bi çêkirina sêkeyê kirine. Girtiyan destnîşan kir ku mebesta wan ji çêkirina sêkeyê ew e ku fêkî û zebzeyên xwe pê bişon. Lê dozgeriyê ev îfadeyên girtiyan paşguh kir û angaştname amade kir. 
 
NAVÊN GIRTIYAN
 
Girtiyên ku derheqê wan de angaştname hatiye amadekirin ev in: “Berrîn Sari, Fatma Aslan, Newroz Muçel, Sîmanûr Pamuk, Zeynep Bîngol, Bermal Bîrtek, Demet Resûloglu, Dîlan Aslan, Hîcran Bînîcî, Servîn Karakoç û Zeynep Sîpcîk.”