Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn

  • jin
  • 13:46 8 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê revî û hevjîna xwe Remziya Yoldaş (29) qetil kir, ji doza tê darizandin “bi zanebûn kuştinê” cezayê hefsê yê muebbetê lê hat birîn. 
 
Veysî Yoldaş (31) li Amedê dema ji sûcekî din girtî bû ji girtîgeha vekirî revî bûbû û di 28’ê Tebaxa 2020’an de hevjîna xwe Remziye Yoldaş a 29 salî qetilkiribû. Di danişîna doza li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin de biryar hat dayîn. Bersûc Veysî Yoldaş û parêzerên aliyan li danişînê amade bûn. 
 
Dozgeriyê daxwaza xwe ya ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” cezayê hefsê yê muebbetê lê were birîn, dubare kir. 
 
CEZAYÊ HEFSÊ YÊ MUEBBETÊ LÊ BIRÎ
 
Piştî parastina bersûc û parêzerên her du aliyan, dadgehê li bersûc Veysî Yoldaş “bi zanebûn kuştinê” cezayê hefsê yê muebbetê birî. Dadgehê ji ber “çeka bêruhset li cem bersûc heye” jî salek cezayê hefsê lê birî.