'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'

  • jin
  • 09:04 5 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr ku bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê, got: "Cihê girtiyên nexweş, ne girtîgeh in." 

Tenduristiya siyasetmedar Aysel Tûglûk ku di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye her diçe xirabtir dibe. Çendî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya Tûglûkê heye jî, lê Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wê asteng dike. Ji Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr ku ji bo azadiya Tûglûkê bang kir, rewşa girtiyên nexweş nirxand. 
 
BÊHIQÛQÎTÎ
 
Demîr, destnîşan kir ku hê jî hezar û 604 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne û got: "Di ser 600'î re yên rewşa wan giran hene. Ev dîmeneke gelekî xeternak e." 
 
Demîr, anî ziman ku hiqûq ji bo girtiyên nexweş nayê şixulandin û got: "Li holê hiqûqeke bê xebitandin tune ye. Mixabin heman hesasiyet ji bo parazvanên mafên mirovan û muxalfan tune ye. An jî ji bo girtiyan. Mafê tenduristiyê û tedawiyê mafekî sereke ye. Ev divê di şert û mercên azad de bên pêkanîn." 
 
Demîr, bilêv kir ku di dema şewba Covîd-19'ê de şert û mercên girtîgehan girantir bûne û got: "Berê jî mafên wan ên dermankirinê dihatin astengkirin. Girtîgeh cihine ku dijî jiyana mirovan e û dibin sedema hin nexweşînan. Ev di dema Covîd-19'ê de zêdetir bûn. Rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe." 
 
TÊKOŞÎNA TÛGLÛKÊ
 
Demîr, bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê jî û got: "Tûglûk, keseke bi salan di nav siyaset demokratîk de cih girtiye. Gelek tiştên girîng kirine. Bi taybetî jî di warê temsîliyeta jinê de li Tirkiyeyê tiştên girîgn kirine. Li hemberî siyaset baviksalarî bi berpirsiyarî tevgeriyaye. Di demên girîfît de hevserokatiyê li ser esasên zayendiya civakî kiriye. Lewma têkoşîna Aysel Tûglûkê ji bo jinan û temsîliyeta jinan pir girîng e." 
 
NE GIRTÎGEH NEXWEŞXANE
 
Demîr, daxuyaniya ji bo Tûglûkê dane bibîr xist û got: "Li ATK'ê biryar hat dayîn ku 3 hefteyan bê kontrolkirin. Di dawiya vê çavdêriyê de me xwestibû bi raporeke objektîf a ATK'ê înafza Tûglûkê bê taloqkirin û piltî taloqkirina înfazê baş bê tedawîkirin. Em vê daxwaza xwe dubare dikin. Daxwaza me ji bo hemû girtiyên nexweş derbasdar e. Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in, nexweşxane ne." 
 
BANGAWAZÎ
 
Demîr, bal kişand ser Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û got: "Piştgiriya me ya ji bo dayikên li Baroya Amedê nobedê digirin didome. Lê ji bo ragihandina dengê girtiyên nexweş divê em dengê xwe hîn bêtir bilind bikin û vê yekê hîn bêtir bikin rojevê."