KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin

  • jin
  • 10:24 3 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDP’ê daneyên meha çile eşkere kir û li gorî daneyan di meha çile de 26 jin hatine kuştin û 28 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapor ango daneyên kuştina jinan a meha çile eşkere kir. Li gorî raporê di meha çile de 26 jin hatine kuştin û 28 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku jin ji aliyê zilamên nêzî xwe ve hatine kuştin û ji van 26 jinan 13 jin nayê zanîn bi kîjan hêcetan hatine kuştin, 11 jin jî bi hêcetên wek hevberdanê, li hev hatinê û redkirina têkiliyê hatine kuştin. 
 
Daneyên meha çile a raporê wiha ne: “13 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. 5 jin ji aliyê nasên xwe ve. 3 jin ji aliyê hevalên xwe berê ve. 2 jin ji aliyê lawên xwe ve. Jinek ji aliyê xizmê xwe ve. Jinek jî aliyê hevalê xwe yê zilam ve hatiye kuştin. Kujerê jinekê jî nehat zanîn. 15 jin li mala xwe hatine kuştin. 4 ji wan li naverasta kuçeyê. 2 jin li kargehê. 2 jin di wesayîtê de. Jinek li restorandê hatiye kuştin.”