Bi keda jinê çêkirina salçeya îsotê

  • jin
  • 09:04 6 Cotmeh 2017
  • |
img

RIHA – Li Rihayê dema salçeya îsotê ye. Jina bi navê Aysel Taş bi çêkirina salçeya îsotan debara xwe dike û behsa çêkirina salçeya îsotê kir. 

Îsotên Riha û navçeyên wê bi nav û dengin. Li Rihayê dema çêkirina salçeya îsotê û îsota hûr (pûl) e. Jin ji bo zivistanê amadekariyan dikin û çêkirina salçe û îsota hûr dibe debara mala wan jî. Li taxa Sancak a Bîrecûkê dayika 4 zarokan a 52 salî Aysel Taş, hem ji bo malê û hem jî bo firotinê salçeya îsot û îsota hûr a tûj çêdike. Li gel tûjiya îsotê jî lê dîsa Taş neçar e ku salçe û îsota hûr çêbike. Taş behsa karê xwe kir. 
 
HÎNÎ TUJIYÊ DIBIN 
 
Taş, da zanîn ku li gel dijwariya tujiya îsotê jî neçare ji bo nanê xwe kar bike û karê wan gelek zehmet e. Taş diyar kir ku piştî îsotê hûr dikin li ser banê xanî hişk dikin û got: “Piştî hişkirinê em diavêjin makîneyê. Ji bo dîsa hişk bibe em li ser banê xanî radixînin û dibe salçe. Piştî baş hişk dibe em difiroşin. Ji bilî salçeya îsotan em salçeya firingiyan jî çêdikin. Ew jî wek ya îsotan tê çêkirin. Di heman demê de em îsotê hûr hûrî dikin û difiroşin. Karê îsota hûr hinek zehmetir e. Bi taybetî hûrkirina îsotên tuj giran e. Destên me dişewitin. Di destpê de em zehmetiyan dikişînin piştre em hîn dibin.” 
 
BI MALBATÎ DIXEBITIN 
 
Taş, anî ziman ku di nav salê de 4 meh dixebite û li gel çêkirina salçeya îsot û firingiyan ava sosa hinaran jî çêdike û pere qezenç dike. Taş destnîşan kir ku zarokên wê jî alîkariyê didine û ew bi malbatî vî karî dikin. Taş got ku kiloya îsota hûr bi 35-40 lîreyan difiroşe û kiloya salçeya îsotaî bi 25 lîre û salçeya firingiyan jî bi 15-20 lîreyan difiroşin. Taş diyar kir ku qezanca wan girêdayî mişteriyan e û roj heye qezanca wan 200 lîre jî qezenç dike.
 
‘JINÊN KURD SERKEFTÎ NE’ 
 
Taş bal kişand ser keda destê jinê û got: “Em jinên kurd ji ked û kar hez dikin. Jinên kurd gelek serkeftî ne. Bêyî jin muhtacî tu kesî bibin dikarin debara xwe bikin. Mînak va hevjînê min tune jî dikarim xwe li ser piya bigirim û kar bikim.”