Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin

  • jin
  • 16:25 24 Çile 2022
  • |
img

MÛGLA - Di danişîna 9’emîn a doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê hat xwendin. Di raporê de hat diyarkirin ku Gultekîn beriya canê xwe ji dest bide, hatiye şewitandin.

Xwendekara Zanîngeha Mûglayê Pinar Gultekîn a ji Bedlîsê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Kujer û bersûcên din ji vê qetlilkirinê tên darizandin. Danişîna 9’emîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê tê lidarxistin. Kujer ji girtîgeha lê dimîne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û bersûcên ne girtî jî li eywana danişînê amade bûn. 
 
RAPORA ATK’Ê 
 
Di danişînê de rapora ji Desteya Jorîn a Sêyemîn a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibû şandin hat xwendin. Di raporê de tê gotin hêj Gultekîn beriya jiyana xwe ji dest bide hatiye şewitandin û ev yek bi piraniya dengan hatiye pejirandin. 
 
JINAN DAXUYANÎ DA
 
Beriya danişînê jinan li ber avahiya edliyê daxuyanî dan. Jinan wêneyên Gultekîn hildan û komkujiyên jinan şermezar kirin. Jinan xwest ku kujer bi cezayê herî giran were cezakirin.