Şerê azadiyê yê bêdawî

  • jin
  • 09:38 6 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê azadiyê yê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ku wekî mîrate hiştin, hê jî didome. 

Têkoşîna dîrokî ya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin, ji bo roja îroyîn û siberojan dibin çira. 
 
SAKÎNE CANSIZ (SARA)
 
Sakîne Cansiz, li warê Besê û Zarîfeyan Dersimê di sala 1958'an de hatiye dinê. Dê û bavên wê ji komkujiyê xelas bûne û ew keça ewil a dê û bavên xwe ye. Di pirtûka xwe ya bi navê "Jiyana Min Tim Şer Bû" de sala ku hatiye dinê wekî 'di sersalê de û di orta zivistanê de hatina dinê şensek e' diyar dike. 
 
Bavê wê ji ber rewşa aborî berê xwe daye Almanyayê û gava Cansiz bûye14 salî ew jî tevî birayê xwe çûye Almanyayê. Lê belê Cansiz li wî cihê dûrî warê xwe îdare nekiriye û cardin berê xwe daye Dersimê. Li vira şoreşgerên nêzî mala xwe nas dike û jiyana wê ji binî de diguhere. Cansiz ku lêgerînên wê di ciwantiya wê de dest pê kirine, berî ku tevli PKK'ê bibe zewiciye û paşnavê Polat girtiye. Lê gava bi awayekî çalak tevli nav têkoşînê bûye dev ji zewacê berdaye.
 
KURD, ELEWÎ, JIN
 
Cansiz ku piştî derbeya eskerî ya 12'ê Adara 1971'ê bala wê çûye ser têkoşîna ciwanên şoreşger, li Xarpêtê tevli xebatan bûye. Cansiz ku temenê wê di nav têkoşîna ji bo nasnameya kurdî, elewîtî û jinan derbas bûye, salên 1970'yan wiha pênase kiriye: "Tevgera me di demeke pir kurt de veguherî hêzeke polîtîk. Ber bi 75, 76 û 77'an ve êdî ji asta tevgera ciwanan wêdetir çû. Helbet pir aşkere bû ku diviyabû em li dijî pergala eşîrparêz-feodal, netewperestiya îlkel-şiven têbikoşin." 
 
Cansiz, ber bi sala 1978'an ve li Dersim û derdora wê rêxistinbûyîna ciwanan didomîne. Cansiz, piştî dev ji zewacê berdaye û bi awayekî çalak tevli têkoşînê bûye, bi berxwedana xwe têgihana ku jinê daxilî nav têkoşînê nake serobino dike. Cansiz ku bi sekn, helwest û têkoşîna xwe tim bal kişandiye, ji ber vê êdî mêrên pê re xebitîne, ji bo wê gotine "bûye bela serê me." 
 
Cansiz, di 27'ê Mijadara 1978'an de di yekemîn kongreya PKK'ê de cih girtiye û di 1979'an de li Xarpêtê bi îxbarekê tevî komek hevalên xwe hatiye girtin. 
 
DI ÎŞKENCEYÊ DE PÊSÎRÊN WÊ HATIN JÊKIRIN
 
Cansiz ewilî li Xarpêt û Meletiyê di girtîgehê de maye. Paşê wê anîne Girtîgeha Amedê. Di îşkenceyê de çena wê hatiye şikandin. Di van warên îşkenceyê de, bi gotina wê "Ne kêmî kampên Naziyê bûn" bi berxwedana xwe dibe sembolek. Li dijî tahde û îşkenceyên dijwar bi bêtirsiya xwe hatiye naskirin û gotiye: "Di îşkenceyê de pêsîrên min jêkirin. Lê min şerm kir bêjim ax jî, ji lew re ez milîtana dozeke mafdar im û jinek im." 
 
Cansiz bi vî awayî derbeyek mezin li pergala serdest a bavikî xistiye ku ev pergal tim dixwaze jinê bi bedena wê ceza bike.
 
AVAKARA KOMELEYA JINÊ YA EWIL 
 
Gava di sala 1991'ê de ji girtîgehê derketiye, vê carê bi awayekî hîn çalaktir tevli nav têkoşînê bûye. Cansiz, li Stenbolê tuzuka Komeleya Jinên Welatparêz (YKD) nivîsiye û yek ji damezrînerê vê komeleyê ye. Di sala 1991'ê de tevli pîrozbahiya Newrozê bûye ku Partiya Kedê ya Gel (HEP) ev pîrozbahî li Stenbolê li dar xistiye. Di pîrozbahiyê de xîtabî bi hezaran kesî kiriye. 
 
DI SALA 1991'Ê DE JI TIRKIYEYÊ ÇÛ
 
Piştî girtîgehê 5 salan li Tirkiyeyê maye. Di vî 5 salî de tevî hemû zext û zoriyên dewletê jî xebatên xwe domandine. Cansiz ku li her derî li dijî feraset û aqilê mêrê serdest têkoşiyaye, di sala 1991'ê de ji Tirkiyeyê çûye Şamê, paytexta Sûriyeyê. 
 
ŞERÊ WÊ YÊ AZADIYÊ NEQEDIYA
 
Cansiz ku di rêxistinbûyîna jina kurd de xwedî rol û risteke pêşeng bû, di 9'ê Çileya 2013'an de berî ku bê qetilkirin ewilî li Ewropayê xebatên xwe meşandine. Heya kêliya dawî ya jiyana xwe jî xwe radestî tarîtiyê nekiriye û şerê xwe yê ji bo azadiyê domaniye. 
 
Cansiz ku bi jiyana xwe bûye mînak ji bo kurdan û tevahiya jinên berxwedêr, berxwedana wê ya li Girtîgeha Amedê bû mijara fîlmê "10 yilda 3 gun". 
 
LEYLA ŞAYLEMEZ (RONAHÎ)
 
Leyla Şaylemez, di 1988'an de li Mêrsînê hatiye dinê. Şaylemez ku navê xwe ji navê pêşenga têkoşîna jina kurd Leyla Qasimê wergirtiye, piştî komkujiyê bavê wê, wê bi van gotinan bibîr anîbû: "Keça min li gor navê xwe jiya." 
 
Şaylemez ku ji Licêya Amedê ye, malbata wê 37 sal berê ji ber tahde û zilma dewletê koçî Mêrsînê kiriye. Şaylemez li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê hatiye dinê. Gava 2 salî bûye vê carê bavê wê Cûmalî Şaylemez ji ber zilma dewletê koçî Almanyayê kiriye. Şaylemez ku zarokatiya wê li li Taxa Egrîçamê derbas bûye, di sala 1994'an de tevî 5 xwişk û birayên xwe çûye Almanyayê. Piştî wê bi 2 salan dêya wê û 2 xwişk û birayên wê jî çûne Almanyayê. Şaylemez ku bi kesayetiya xwe ya eynad bala her kesî kişandiye, lê bi kesayetiya xwe ya têkoşîner û serîhildêr tê naskirin. Şaylemez ku di sala 1994'an de li bajarê Halleyê bi cih bûye, li vira çûye dibistanê û piştî perwerdehiya 9 salan ji bo biçe zanîngehê dest bi amadekariyan kiriye. Şaylemez, di wê demê de tevgera kurd nas kiriye û bi awayekî çalak tevli nav xebatan bûye. Şaylemez, 6 salan li welatên cuda yên Ewropayê xebatên ciwanan meşandiye. 
 
BÎRÎKIRINA WÊ YA HERÎ MEZIN AMED BÛ
 
Şaylemez, paşê biryar daye û tevli PKK'ê bûye. Lê piştî tevli PKK'ê bûye bi 2 salan, ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê cardin vegeriyaye Ewropayê û xebatên xwe ji cihê mayî domandine. Şaylemez ku bi tu awayî neheqî qebûl nekiriye, hê di wî temenê xwe de bi awayekî tund li ber rolên ku pergala serdest a baviksalriyê ew ferz kirin rabûye û ew red kirine. 
 
Şaylemez ku bîrîkirina wê ya ehrî mezin dîtina Amedê û Newroza Amedê bûye, ji bo azadiya warê ku her tim bi hesreta wê bûye, têkoşîn û berxwedaneke ji temenê xwe mezintir kiriye. 
 
FÎDAN DOĞAN (ROJBÎN) 
 
Fîdan Dogan jî eynî wekî Sakîne Cansiz piştî komkujiyeke li hemberî kurdên elewî hatiye dinê. Fîdan, ji gundê Malo Bûtan ê navçeya Elbîstan a Mereşê ye. Fîdan piştî komkujiya 19'ê Kanûna 1978'an a Mereşê, bi 4 salan, di 17'ê Çileya 1982'yan de hatiye dinê. Navê meta wê ya mezin lê hatiye kirin. Di sala 1984'an de ji ber rewşa aborî malbata wê koçî Fransayê kiriye. Dogan û 2 xwişkên xwe jî li gund li cem bapîra xwe mane. Dogan li gund heya pola 2'yan a dibistana seretayî xwendiye û gava dibe 8-9 salî vê carê ew û her du xwişkên xwe jî koç dikin. Dogan, herî dawî gava 17 salî bûye hatiye gundê xwe. 
 
Dogan, xwendina xwe ya navîn û amadehiyê li Fransayê kuta kiriye û ji ber ku malbata wê malbateke welatperwer bûye di zarokatiya xwe de têkoşîna azadiya kurd nas kiriye. Lê gava 17 salî bûye û çûue gund, li wir pir bandor ji têkoşîna ciwanên zanîngehê wergirtiye. Dogan, gava piştî betlaneya havînê cardin diçe Strasbûrgê, ewilî tevli çalakiyên çandî yên Komeleya Çandê ya Kurdî bûye. Her çûye bala wê bêtir çûye ser têkoşînê. 
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê tê kirin, ev ji bo Doganê dibe destpêka têkoşînê. Dogan ku di qada dîplomasiyê de bi awayekî çalak xebitiye, piştî pratîka xwe ya du salên ewil, vê carê xebatên xwe li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê domandiye. Li Fransa û Belçîkayê û gelek welatên Ewropayê tevli xebatan bûye. Bi cidiyet û hêla xwe ya qanehkir bal kişandiye. 
 
Herî dawî Dogan bûye Nûnerê KNK'ê ya Ewropayê û heya roja hatiye qetilkirin jî ji bo bala cîhanê bikişîne ser têkoşîna azadiyê ya kurd xebitiye.
 
FÎŞEKA DAWÎ BERA DEVÊ WÊ DA
 
Li gor 3 raporên balastîkê yên têkildarî komkujiyê û tespîta cihê bûyerê, 10 fîşekên ji heman çekê hatine berdan, di devê Doganê de hatine teqandin. Peyama van fîşekên kujer an jî kujeran ên bera devê Dogaê dane belkî tam neyê zanîn lê, tişta aşkere û rast ew e ku hêrsa li hemberî jinên kurd, ji tira jiyan û têkoşîna wan a mezin e.