6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin

  • jin
  • 10:49 4 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku di dosyaya lêpirsînê ya ku 3 siyasetmedarên jin ên kurd li navçeya Silopiyayê hatin qetilkirin de di nava 6 salan de kesek bi tenê jî nehatiye darizandin û dosya rakirine rafan.
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3 siyasetmedarên jin Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jina Azad (TJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di dema qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyayê hatibû ragihandin çûbûn navçeyê ji bo alîkariya gel bikin. Polîsan, her sê siyasetmedarên di 4’ê Çileya 2016’an de gava ji Taxa Karşiyakayê diçûn Taxa Yeşîltepeyê qetil kiribûn. 
 
KESÊN HATIN QETILKIRIN BÛN GUMANBAR
 
Di lêpirsîna derbarê kuştina 3 siyasetmedarên jin de hatiye destpêkirin, di nava 6 salên dawî de tu pêşketin çênebû. Lêpirsîna ku cara ewil ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin, bi biryareke bêraye ji Dozgeriya Komarê ya Silopiyayê re hat şandin. Di dosyaya lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve hat destpêkirin de, Demîr, Nayir û Ûyar ên hatin qetilkirin weke gumanbar tê de cih girtin. Piştî ku di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû, parêzeran têkildarî aqûbeta lêpirsînê serlêdana hin daxwazan kirin. Li ser vê yekê di sala 2018’an de biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hate dayin. Serlêdana parêzerên ku biryar ji wan re nehat teblîxkirin a ji bo betalkirina biryarê jî bê bersiv hat hiştin. 
 
6 SAL IN PÊŞVEÇÛNEK NÎNE
 
Parêzer Gulşen Ozbek ku derbarê lêpirsîna 3 siyasetmedarên jin ên kurd de agahî dan, diyar kir ku di nava 6 salan de tu pêşketinek çênebûye. Ozbek, dazanîn ku qeydên MOBESE’yan ku cihê jin lê hatine qetilkirin girîng in lê tevî daxwaza wan jî li dosyayê nehatine zêdekirin. Ozbek, diyar kir ku tevî dîmen nehatine dayîn jî jin bi awayekî bêparastin hatine qetilkirin û anî ziman ku wan bi biryara nepenîtiyê agahî ji dozê negirtine.
 
JI HÊCETA REDKIRINÊ RE KILIFA ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’ DÎTIN
 
Ozbek, anî ziman ku ji ber mafê jiyanê yê Sêvê Demîr hatiye binpêkirin li 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê bi daxwaza doz vekirina tam serlêdan kirine lê dadgehê bi hêceta Sêvê Demîr “endama rêxistinê ye” red kir. Ozbek anî ziman ku piştî biryar ji aliyê Dadgeha Îdareya Herêmê ve hat erê kirin wan doz birin Şûraya Dewletê û ev pêvajo dewam dike. Ozbek, diyar kir ku wan li dijî biryara Dadgeha Îdarî serî li Dadgeha Herêmê (Îstînaf) dane û anî ziman ku ev pêvajo dewam dike. 
 
Ozbek, destnîşan kir ku lêpirsîn bi awayekî zelal nayê birêvebirin û wiha got: “Bi ser bûyerê re 6 sal derbas bûn. Bi tespît nekirina faîlan, îfade negirtina yek polîsekî tê dîtin ku dosya weke dosyayên kiryarên nediyar ên di salên 90’î de dê rakin rafan û niyeta wan heye ku dema dosyayê biqedînin.”
 
MA / Ozgur Paksoy