Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin

  • jin
  • 09:03 4 Çile 2022
  • |
img

DERSIM - Malbata Gulistan Dokû ku 2 sal in tu xeberê ji keça xwe nagire û 4 roj in li ber Edliyeya Dersimê nobedê digire, dixwaze sergumanbar Zaynal Abarakov bê darizandin û aqûbeta keça wan bê eşkerekirin. 

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye. 2 sal derbas bûbe lê hê jî lêpirsîna derbarê aqûbeta wê de wekî xwe yê berê ye. Di vî du salî de malbata wê jî tu derî nema lê nexist, lê tu encam bi dest nexist. Malbatê herî dawî ji bo aqûbeta keça xwe li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Malbata dixwaze dixwaze sergumanbar Zaynal Abarakov bê darizandin û aqûbeta keça wan bê eşkerekirin. 
 
BERTEKA JI BO ÎDIAYA XWEKUŞTINÊ
 
Dayik Bedriye Dokû ku 4 roj in li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixe, bibîr xist ku dosyeya lêprisînê du salên wekî xwe ye. Dokû, xwest keça wê bê dîtin û ev pris kirin, "Çi hat serê Gulîstanê? Gelo wê birine cihekî û ew veşartine? Yan na wê li van çiyayan kuştine û ew binax kirine? Wijdanê rayedaran rihet e gelo?" Dayik Dokû, destnîşan kir ku polîs tenê mala Abarakovê bavê wî polîs kontrol kirine û îfadeya wî girtine û got: "Abarakov, bavê wî û dêya wî îfaden, cuda dan. Îfadeyên wan li hev derneketin. Çima dest danenînin ser komputer û telefona wî? Çawa Gulîstan winda bû, me gilî kir lê derbarê wan de lêpirsîn nedan destpêkirin. Dibêjin, keça min xwe kuştiye. Ger keça min xwe kuştibûna heya niha dê hatibûna dîtin." 
 
DAXWAZA MALBATÊ
 
Dayik Dokû, xwest kesên li pişta Abarakov jî bên vekolandin û got: "Du sal in me rihetî neditiye. Xew bi çavê me neketiyye. Derûniya me xirab bûye. Em her roj dipirsin, 'Çi hatiye serê Gulîstanê?' Çima kujer zevt nakin û ceza nakin? Bila kujeran ceza bikin ku careke din neyên kuştin. Ji roja ku Gulîstan winda bûye heya niha jiyan li em bûye zindan. Dev ji mirovan berdin ez ji kûç û keviran, ji dar û beran, ji heywanan û ji axê dipirsim, 'Gulîstan li ku ye?"
 
Dayik Dokû, destnîşan kir ku tekane daxwaza wê zevtkirina Abarakov û darizandina wî û aşkerekirina aqûbeta keça wî ye. Dokû got: "Ger keça polîsan bûna dê di nava çend saetan de  bihatana dîtin. Du sal in me rojek xweş nedîtiye. Xew nakeve çavê me. Derûniya me xera bûye. Ji çavê me rondik dibarin û em pirs dikin ku ‘Gulistan li kudere?’ Çima vî kujerî nnagirin û ceza nakin? Bila kujer bên cezakirin. Du sal in winda ye. Êdî bes e! Ez dayik, hew deyax dikim."   
 
‘DIXAZIN SER BÛYERÊ BÊ NIXUMANDIN'
 
Bav Halî Dokû jî destnîşan kir ku rayedar wan serwext nakin û got: "Keça min xwe nekuştiye, ahtiye kuştin. Wan Gulîstanê winda kir. Keça min du sal in winda ye û wê anbînin. Wî kesî (Zaynal Abarakov) nadarizînin. Lê me wekî makîneya paqijiyê didarizînin. Ma fedî jî nakin? Keça min du sal in winda ye, qey bi qasî makîneya paqijiyê jî qîmeta me tune ye? Em hestiyên keça xwe dixwazin, wekî din em tiştekî din naxwazin. Waliyê bajarekî bi kamerayan dorpêçkirî, ji me re gotibû 'çûk bifire, haya me jê çêdibe.' Lê çima Gulsîtanê nabînin? Dixwazin ser bûyerê bigirin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar