Li Aydinê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 17:01 1 Çile 2022
  • |
img
 
AYDIN - Bîrgul Ozkan a li navçeya Karpûzlû dijiya, li mala ku lê dijî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Bîrgul Ozkan a 46 salî ku li Taxa Ûmcûlar a navçeya Karpûzlû ya Aydinê dijiya, li mala ku lê dijî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirina xizmên Ozkan, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û di kontrolkirinê de diyar kirin ku Ozkan jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yeke tîmên cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêkolîna Dozgerê Komarê yê Nobedar cenazeye Ozkan ji bo otopsiye sewqî nexweşxaneyê hat kirin. 
 
Hat hînbûn ku Ozkan a hat îdiakirin ku întîhar kiriye, zewiciye û 3 zarokên wê hene.