TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir

  • jin
  • 13:23 1 Çile 2022
  • |
img
AMED - TJA’yê di peyama ku bi 4 zimanan weşand de li dijî serweriya zilam a tê ferzkirin, sala nû li gel û li jinên li ber xwe didin pîroz kir .
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi peyamekê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir. TJA’yê peyama sala nû li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal, bi zimanên kurdî, tirkî, ingilîzî û erebî parve kir. 
 
Peyama TJA’yê ya bi serenavê “Sedsala 21’ê Dê Weke Sedsala Jinê Bidome” wiha ye: 
“Îro em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku ev hemû nirx ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst a li ser esasê desthilatdariya zilam tê hedefgirtin û her tiştên baş û bedew ên civakê afirandiye tê xwestin bê tinekirin. Hikûmetên ku di bin navê 'pêşketinê' de modernîteya kapîtalîst weke tekane bijarde pêşkêşî gelan dikin, dixwazin kevneşopiya civakî ya 14 hezar salî ji bîr bikin.
 
Bi qîrîna Înanna, bi baweriya Hz. Fatma, bi şîfaya sêrbazan, bi kevneşopiya berxwedanê ya Sakîne Cansiz û bi têkoşîna Garîbe Gezer em ê di rê de bin. Bi vê bawerî û îradeyê em sala nû li hemû gelên bindest û jinên bindest pîroz dikin û dixwazin ev sal bibe sala serkeftinê. An serkeftin an serkeftin.”