Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir

  • jin
  • 15:32 30 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Hevala Garîbe Gezer a girtîgehê Denîz Tepelî ku bûbû şahidê mirina Gezer, ji ber ku giliya wî nayê qebûlkirin û weke şahid nayê guhdarkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. 
 
Hat hînbûn hevala Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê jiyana xwe ji dest dabû Denîz Tepelî di 27'ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku bi  Tepelî re li heman girtîgehê ye, ragihand ku Tepelî ji ber şahidiya wê nayê qebûlkirin û weke şahid nayê guhdarkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Yuksekdag, da zanîn ku şahidî û giliya Tepelî hatiye redkirin.