Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike

  • jin
  • 09:16 10 Kanûn 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Dayikên li Îzmîrê diyar kirin ku dewlet bi tecrîda Îmraliyê di şaşitiyê de israr dike û got: "Kengî hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin, bêhan civakê dertê û li welêt demokrasî rû dide." 

Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê didomin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê bertek nîşanî tecrîda li Ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan. 
 
FERASETA DEWLETÊ
 
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin (66) destnîşan kir ku dewlet di şexsê Ocalan de dixwaze hemû kurdan tecrîd bike û tecrîdê wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" pênase kir. Yalçin got: "Li tu devera cîhanê şert û mercên tecrîda girankirî yên li Girtîgeha Îmraliyê tune ne. Dewlet bi tecrîdkirina Ocalan şaşiya xwe didomîne. Gava hevdîtin bi Ocalan re hatibûn kirin hebikekî bêhan civakê derketibû li hindik be jî demokrasî pêk hatibû. Gava hevdîtin bi Ocalan re bên kirin dê aştî çêbibe. Lewma demildest divê tecrîd bê rakirin. Êdî naxwazim tu dayik bigirîn. Bila xwîn bisekine, aştî çêbibe." 
 
‘DIVÊ DEWLET GUH BIDE OCALAN'
 
Dayika Aştiyê Fatma Surme (61) jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bêhiqûqî ye û got: "Demildest divê Ocalan hevdîtin bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Dewlet divê guh li Ocalan bike û meseleya kurdî bi awayekî aştiyane çareser bike. Em dayik êdî naxwazin bigirîn. Ocalan her tim ji bo diyalogê û aştiyê bang dike. Lewma divê her kes xwe têxe bin vî barî. Kurd, tirk û hemû geln din divê ji bo aştiyê tevbigerin. Ez tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyên siyasî şermezar dikim û dixwazim mesele bi axaftinê bên çareserkirin." 
 
‘RÊBERÊ GELÊ KURD'
 
Nûfuse Ataç (60) jî bilêv kir ku Ocalan rêberê gelê kurd e û divê hemû kesên xwedî wijdan li ber tecrîdê rabin. Ataç got: "Ez tecrîdkirina rêberê gelekî Ocalan qebûl nakim. Ocalan, 23 sal in di nava çar dîwaran de ye. Ma di dewleteke hiqûqê de tiştekî wiha pêkan e? Ocalan gelê kurd ji nû ve afirand û ji bo kurd xwe nas bikin kedeke mezin da. A dikeve ser milê gelê kurd jî berteka xwe ya li dijî tecrîdê mezintir bike." 
 
Ataç, diyar kir ku heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin û got: "Dewlet bi tecrîdê dixwaze meseleya krudî ji holê rake. Em dayik vê yekê qebûl nakin. Ocalan, di dilê gel de ye. Em ê ji bo azadiya wî bitêkoşin." 
 
‘AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Edîbe Sîncar (63) jî diyar kir ku Ocalan ji bo çareseriyê tevdigere lê dewlet bi tecrîdê bersivê dide. Sîncar, destnîşan kir ku tecrîdê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin. Sîncar got: "Em kurd em ê vê zilma tê ferzkirin qebûl nekin. Em dayik naxwazin tu eks bimire. Em dixwazin her kes bi aramî bijî. Bila ev şer biqede û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin. Bila dewlet bi tecrîdê bersivê nede." 
 
MA / Hakan Yalçin