Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin

  • jin
  • 09:43 8 Kanûn 2021
  • |
img

STENBOL - Nivîskar û siyasetmedarên jin ku bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, gotin: "Em hemû tên tecrîdkirin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser me." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Bertekên li dijî tecrîda li ser Ocalan didomin û her diçe berbelavtir dibin. Siyasetmedar û nivîskarên jin, destnîşan kirin ku tecrîda li Îmraliyê sîrayetî tevahiya welêt kiriye. 
 
SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ
 
Hevberdevka Partiya Kesk a Çep Ayşe Erdem, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Erdem, anî ziman ku mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re mafekî gerdûnî ye û qethiyen divê neyê astengkirin. Erdem, diyar kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û got: "Civak divê hemberî tecrîdê rabe. Ji lew re em bi sûcekî li hemberî mirovahiyê re rû bi rû ne. Ez bang li Wezareta Dadê dikim; divê demildest tecrîd bê rakirin." 
 
BANDORA TECRÎDÊ
 
Hevberdevka Komîsyona Koçberî û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglû, anî ziman ku li Îmraliyê tecrîda li ser tecrîdê tê pêkanîn. Agaoglû, destnîşan kir ku tê hêleke hiqûqî û qanûnî ya tecrîdê tune ye û got: "AKP, ji ber ku ji Ocalan ditirse tecrîdê pêk tîne. Berê digotin 'keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e.' Lê niha pêdivî bi hincetan jî nabînin. Tecrîdê, bandorê li zarokên ku tevî dayikên xwe girtî en jî dike. Polîtîkayên tecrîda girankirî li hemberî jinan jî bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Divê demildest ev polîtîka bên betalkirin. Li dijî vê em ê di têkoşîna yekbûyî de usrar bikin." 
 
'EM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN'
 
Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Hacer Elçîn jî destnîşan kir ku tecrîd nayê qebûlkirin. Elçîn, bilêv kir ku li tu devera cîhanê tecrîdeke wekî tecrîda li Îmraliyê nehatiye dîtin û got: "Bi salan e nikare hevdîtinê bi xizmên xwe re bike. Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û demildest divê bê sererastkirin. A rast em hemû jî tên tecrîdkirin. Lewma rakirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser me. Niha li Tirkiyeyê tu qad tune ye ku nayê tecrîdkirin. Jin, tirk, elewî, kurd, xwendekar hema her kes tê tecrîdkirin. Tu azadiyek me tune ye, em nikarin xwe bînin ziman. Gava em tînin ziman em wekî 'terorîst' tên îlankirin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Elçîn, destnîşan kir ku bi taybetî divê jin li dijî tecrîdê bitêkoşin û got: "Tecrîd tenê ne meseleya Abdullah Ocalan û girtiyên li wir in. Îro ro bi pêkanîna tîpa F'yê hemû girtîgeh û girtî tên tecrîdkirin. Bi hinceta pandemiyê jî mafên wan hemû hatine binpêkirin. Bi sedhezaran mirov tên tecrîdkirin. Jin li malan tên tecrîdkirin, karker li fabrîkeyan tên tecrîdkirin. Tecrîd sîrayetî tevahiya hucreyên civakê kiriye. Divê em li her derî li dijî vê bitêkoşin." 
 
BERMAYIYÊN DEMA NAZIYAN
 
Nivîskar Mukaddes Erdogdû Çelîk jî anî ziman ku tecrîd sîrayetî tevahiya qadên jiyanê kiriye û got: "Ev yek li Îmraliyê bi awayekî girankirî tê pêkanîn. Di destpêka salên 1990an de bi sûcên wekî 'sûcdarê terorê, rêxistina terorê, fikira terorîst' bûbû rojev. PIştî ku Ocalan bi komployeke navneteweyî hat girtin, rabûn girtîgehek taybet çêkirin. Di girtîgehên Tîpa F'yê de bi operasyona 'vegera jiyanê' şoreşger hatin kuştin. Di vî warî de li Tirkiyeyê Girtîgeha Îmraliyê xwedî paşerojeke girîng e. Ev bi tecrîd û îzolasyonê pir zû daxilî nav jiyana civakê bû û berbelav bû. Ya herî giran jî li Îmraliyê pêk tê. Em li hemû qadên jiyanê tesîra wê hîs dikin." 
 
Çelîk, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hejmara girtîgehan ji hejmara dibistanan zêdetir e û pêkanînên tecrîdê bermayiyên dema Naziyan e û niha jî bi rêbazên faşîzan tê birêvebirin. Çelîk, anî ziman ku li Îmraliyê hevdîtinên bi malbatan û parêzeran re bi awayekî kêfî tê astengkirin. 
 
 
MA / Esra Solîn Dal