Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin

  • jin
  • 15:59 6 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Cezayê dîsîplînê yê li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji ber ku bi kurdî stran gotin û govend gerandin li 51 jinên girtî hatibû birîn “ji ber kêmbûna delîlan” hat betalkirin. 
 
Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan di 15’ê Tebaxê de bi hêceta “sirûda nehewce gotine û dirûşme berz kirine” derbarê 51 girtiyên jin ên di nav de siyasetmedar Ayla Akat Ata jî heye lêpirsîna dîsîplînê dabû destpêkirin. Di encama lêpirsîna hatiye destpêkirin de bi hêceta “mehek ji serdanê bêpar hiştin” cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn. 2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Rojhilat a Enqereyê cezayê li girtiyên jin hatibû birîn betal kir. Dadgehê, têkildarî îtîraza di 3’yê Îlonê de bi daxwaza betalkirina cezayê dîsîplînê yê jinan de, 2’yê Kanûnê biryar da. 
 
Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku cezayên li girtiyan hatine birîn ji ber bêdelîl e hatiye betalkirin. 
 
NAVÊ GIRTIYAN 
 
Navê girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn wiha ye: “Alev Yarar, Ayşe Topçu, Fatma Aslan, Leyla Uyanık, Mahide Şahin, Mehtap Kıyar, Nevroz Müçel, Nilüfer Şahin, Sariye Taikesen, Simanur Pamuk, Zerrin Yılmaz, Zeynep Sipcik, Arjin Yüksekbağ, Ayla Akat Ata, Dilan Aslan, Ayşe Yağcı, Berin Sarı, Bermal Birtek, Bircan Yorulmaz, Demet Resuloğlu, Dilan Oynaş, Dilber Tanrıkulu, Dilek Hatipoğlu, Dilek Yağlı, Elif Çetinbaş, Gülşan Adet, Hanım Yıldırım, Hicran Binici, Jiyan Ateş, Melike Kaya, Melike Göksu, Meryem Adıbelli, Mukaddes Kubilay, Mukaddes Kabak, Necla Yıldız, Nedime Yaklav, Nuriye Adet, Pervin Oduncu, Pınar Tikit, Rihan Kavak Özbek, Rojdan Erez, Rozerin Kurt, Saadet Akın, Sabite Ekinci, Sedef Demir, Selver İspir, Şermin Demirdağ, Özlem Demir, Süheyla Taş, Zeynep Bingöl, Servin Karakoç.”