Karaaslan: KADEM AKP bixwe ye

  • jin
  • 09:35 5 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Endamê Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Hediye Karaaslan, diyar kir ku li dijî tevgera jinên kurd AKP’ê KADEM xistiye dewrê û wiha got: “Dema dibêjin KADEM, AKP tê bîra mirov. Avabûneke  tundiyê rewa dike û civaka ji rê derketî ferzî jinan dike.”  

Piştî qayûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin, saziyên jinan girtin û dewrî saziya Komeleya Demokratîk û Jinan (KADEM) a nêzî hikûmeta AKP'ê ye, kirin. KADEM polîtîkayên kevneperest dişopîne û Alîkarê Serokatiya wê, keça Serokomar Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan Bayraktar dike. Endama Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Hediye Karaaslan derbarê  rol û mîsyona KADEM’ê de axivî. Karaaslan, diyar kir ku qeyûm xwe li ser du bingehan ava dikin û wiha got: “Ji van yek jê çande û ya din jî xebatên jinan e. Qeyûm xebatên jinan beralî dike û nahêle vîna jinan derbikeve holê.” 
 
‘AKP KADEM’Ê BIKAR TÎNE’
 
Karaaslan, anî ziman ku di vê xalê de gihane astekê û wiha bilêv kir: “Qeyûmên AKP’ê û KHK xebatên jinan tune dikin û li şûna wan xebatên xwe yên KADEM’ê birêve dibin. KADEM herî zêde polîtîkayên kevneperest esas digire û jinan dixwin AKP’eyî.  Ji bo jin koletiyê bikin, perwerdê didin. Li herêmê, bi taybetê li ser tirkitiyê, dayika baş, jina baş a malê û xarina herî xweş çawan çêdibe, li taxan perwerdê  didin.”    
 
‘TUNDIYÊ REWA DIKIN’
 
Karaaslan, da zanîn ku  Sumeyye Erdogan dinava avakirina KADEM’ê de cih digire û wiha domand: “Mîna ku xebatên jinan didin meşandin xwe nîşan didin, lê di cewher de KADEM tundiyê rewa dike. Bi ferasetek tewş rola civaka ji rê derketî diveşêre.” 
 
‘CIVAKA JI RÊ DERKETÎ FERZ DIKIN’
 
Karaaslan, dest nîşan kir ku dibin navê “Plana têkbirinê” de dixwazin destkeftiyên jinan jiholê rabikin û wiha domand: “Tevger jinên kurd li cîhan û Rojhilata Navîn têkoşîn ber bi gaveke pêşdetir avêt. Ji ber vê yekê desthilatdarî neçar ma ku alternatîf ava bike û KADEM xist dewrê. AKP bi KADEM’ê dixwaze veguhertina civakê pêş bixe û civaka ji rê derketî ferzî jinan dike." 
 
‘JI PIRSGIRÊKÊN JINAN RE NABE BERSIV’
 
Karaaslan, anî ziman ku qadên KADEM’ê tune ne û wiha pê de çû: “Tu rewatiya KADEM’ê tune ye. KADEM ji bo li herêmê qad ji xwe re veke, xebatên jinan kiriye hedef. Ji xwe avakirina KADEM'ê rêxistinek bi pirsgirêk e. KADEM ji tu pirsgirêkên jinan re nabe bersiv.”
 
‘KADEM AKP BI XWE YE’
 
Karaaslan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “KADEM bi desthilatdariyek ku berpirsê qetilkirinên jinan ve girêdayiye. Ev desthilatdar xwedî hişmendiyeke ku cenazeyê dayîka Taybet bi rojan li erdê hişt. Rêxistinek jinan a bi deshilatdariyek wisan ve girêdayî, nikare xebatek rast jî ji bo jinan bide meşandin. Baweriya kesekê jî bi vê yekê nayê. Dema dibêjin KADEM desthilatdarî, Erdogan û AKP tê hişê mirov. Jin ji vê yekê nerehetin û ji bo saziyên wan hatin girtin, bi bertekin.”