Konca: Em ê xebatên xwe di nava gel de bimeşînin

  • jin
  • 13:37 4 Cotmeh 2017
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca piştî wekîltiya wê hat xistin, diyar kir ku ew ê xebatên xwe dewam bikin û wiha got: "Dema ku me heta sibehê di parlamentoyê de xerc dikir, em ê bi gelê xwe re xerc bikin."

 
Piştî 2 sal û nîv cezayê girtîgehê li Berdevka Meclisa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîla Sêrtê Besîme Konca hat birîn, li avahiya Navenda Giştî daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Wekîla HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Bîrsen Kaya jî amade bûn. Kaya da zanîn ku bi vekirina Meclisê re karê yekemîn xistina wekîltiya Konca bû û wiha got: "Berî wê jî heye. Ev polîtîkaya HDP ji qada siyasetê xistin e. Wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Nursel Aydogan û Tugba Hezer jî hatibû xistin. Herî dawî wekîltiya Besîme Konca hat xistin. Em dizanin ku dê pergala mêr a serdest li vir dewam bike."
 
'EM HÎNÊ ZILMA ZALIMAN BÛNE' 
 
Besîme Konca jî hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an wekî "derbe" nirxand û ev tişt got: "Em hînê zilma zaliman bûne. Sedema hebûna me ya li parlamentoyê, bi taybetî girseya ku baweriya wan bi têkoşîna jinê û demokrasiyê hey bû, em bi dengê mirovên ku baweriya wan bi demokrasiyê heye hatin hilbijartin. Di vî warî de hêviyên me mezin in. Em bi hêviya ku dê vê hişmendiya yek yekî û serdestiyê biguherin tê koşiyan." Konca aşkera kir ku ew ê têkoşîna xwe li kulanan dewam bikin û got ku "Wekîltiya me neketiye" û ev bang li jinan kir: "Divê jin ew qas zilmê qebûl nekin. Divê em siyasetê ji van cinewaran bistînin."
 
YÎGÎTALP EM BIRYARÊ NAS NAKIN
 
Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî destnîşan kir ku wekîltiya 4 wekîlên HDP'ê hatiye xistin û aşkera kir ku ew biryara ku wekîltiya Konca xistiye nas nakin û wiha pê de çû: "Em partiyeke rewa ne û em bi vê hêza ku em ji rewabûnê digirin, têkoşînê didin. Wan em neanîne vir, dê kî/ê li wê parlamentoyê be, dê gel biryarê bide. Besîme Konca berdevka me ye. Em ê bi wê re têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê têkoşîna jinê ya hevpar dewam mezin bikin."