Jinên HDP'î xistina wekîltiya Konca şermezar kirin

  • jin
  • 13:33 4 Cotmeh 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên HDP'î xistina wekîltiya Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca şermezar kirin û diyar kirin ku ew dê qet serî danînin û wiha gotin: "Em 6 milyon Besime Konca ne." 

Jinan, li Amed û Sêrtê bi civînên çapemeniyê xistina wekîltiya parlamentera Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca şermezar kirin. Jinan li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û xistina wekîltiya Konca şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û endamên meclîsa HDP'ê amade bûn. Di civînê de Gulşen Ozer, destnîşan kir ku li Tirkiye gelek pirsgirêk hene, lê hikûmet ser pirsgirêkan digire û destûr nade ev pirsgirêk bên niqaşkirin û wiha got: "Xistina wekîltiya Besime Konca carek din destkeftiyên jinan kirine hedefa xwe. Vekirina Meclîsa Tirkiye bi xistina wekîltiya Berdevka me ya Meclîsa Jinan û Wekîla Sêrtê Besime Konca dest pê kir. Ev polîtîka Qesrê û AKP'ê ya dawî ye. Bi vê politîkayê şênber nîşan dide ku dîsa jin dibin hedef. 3'ê Cotmeha 2017'an wekî roja reş a Meclisa Tirkiye ye." 
 
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE'
 
Ozer, anî ziman ku rejîma AKP-Qesrê di15 salan de tekoşîna jinan li pêş îktîdara xwe astengiya herî mezin dibîne û wiha got: "HDP'ê wekî partiya jinan di meclîsê de hêjmara wekîlên jin zêde kiriye. Heta îro Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, wekîla me Nursel Aydogan û Tugba Hezer bi giştî 4 wekîlên me yên jin ji meclîsê hatine dûrxistin û wekîltiya wan hatiye xistin. Ev nîşan dide êrîş li dijî têkoşîna jinê ye û êrîş birdozî ye. Lê em dibêjin em destûr nadin rejîma yek mirovî têkeve meriyetê. Ev êrîş li dijî têkoşîna jinê ye. Lê dê têkoşîna jinê mezintir bibe. Konca vîna 6 milyonan e. Em dibêjin Em 6 milyon kes Besîme Konca ne." 
 
JINAN LI SÊRTÊ JÎ PIŞTGIRÎ DAN KONCA
 
Jinan li avahiya HDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Kezban Dumlu, xistina wekîltiya Konca şermezar kir. Dumlu, anî ziman ku xistina wekîla wan Konca xeleka dawî ya rejima AKP-Qesrê ya li dijî vîna jinan e. 
 
JINAN LI MÊRDÎN JÎ XISTINA WEKÎLTIYA KONCA ŞERMEZAR KIR
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê li Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Jinan li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê pêk anî û xistina wekîltiya Konca şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên rejîma AKP-Qesrê helwestek bîrdozî ye. Amak, destnîşan kir ku ew biryara meclîsê ya xistina wekîltiya Konca nas nakin û dê tu carî serî netewînin û got "Em 6 milyon Besime Konca nin."