‘Em ê têkoşîna rêxistinbûyana jinê esas bigirin’

  • jin
  • 10:45 5 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Ji gelek partiyên siyasî û rêxistinên pişeyî yên cûda jin hatin gel hev û Platforma Jinan a Amed Dîcle avakirin. Endama Platformê Mîzgîn Yavuz, derbarê avakirina platformê de got: “Bi OHAL’ê re tundî û bêmafiyên li ser jinê zêdebûn. Platform dê li dijî van demildest refleks nîşan bide.” 

Di çarçoveya OHAL û KHK’ên hatin derxistin de 12 komeleyên têkoşîna mafê jinan didin hatin girtin û amûrên komeleyan dewrî xezîneya dewletê hatin kirin. Cardin piştî qeyûm tayînê şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin, 52 saziyên jinan girtin. Qeyûman bi taybetî jinên erkdar ên midûryeta polîtîkayên jinan ji kar avêtin û li şûna  wan zilam bi cih kirin. Saziyên jinan ên hatin girtin, bi armanca li dijî êrîşên li ser jinan, tundî û binpêkirinên mafan û destkeftiyên xwe parastin li Amedê Platforma Jinan a Amed Dîcle  avakirin. 25 sazî û partiyên siyasî yên dinavê de KCD, HDP, DBP, KESK, DÎSK, TMMOB, Baroya Amedê, ESP, SP, EMEP û CHP heyîn, dê di çarçoveya plansaziya plantformê de xebatên xwe bi rêve bibin. 
 
ARMANCA HEVPAR CÛDABÛN DANA AVAKIRINE
 
Yek ji endamên platformê ku avakirina wê ragihand Mîzgîn Yavuz, derbarê avakirina platformê û xebatên dê bidin meşandin de agahî dan. Yavuz, platforum kombûneke jora  siyasetê ye  û wiha axivî: “Di platformê de ji partiyên siyasî û rêxistinên pişeyî yên cûda jin hene. Em armanc dikin ku zimanek hevpar ava bikin û nêrîna jinê pêş bixin. Platforum dê li dijî bêhiqûqiya li ser jinê demildest refleks nîşan bide. Emê tu carî xebatên xwe sînordar nekin. Em ê hemû pirsgirêkên jinan ên li welat bişopîn in.”
 
‘OHAL’Ê HEMÛ QAD TERKÎ HIŞMENDIYA DESTHILATDAR KIRIN’
 
Yavuz, anî ziman ku ji ber saziyên jinan hatin girtin, êdî saziyeke ku jin serî lê bidin nemane û wiha got: “Di vê pêvajoyê de li ser gelek tundî û îstîsmarên zayendî yên li dijî jinan hatin girtin. Hişmendiya serdest ji OHAL’ê sûd girt û rehet nêz dibe. Li dijî jinan helwestên bi keyfî pêk tînin. Ji ber sûcên ku dikin, ji wan re dimîne, wisan dikin. Çi dema ku rêxistinbûyan jinê qels dibe, bêmafî û bêhiqûqiyên li ser jinan zêdetir dibin.”
 
‘LI DIJÎ TUNDIYÊ BI HEVREBÛN ŞERTE’
 
Yek ji damezrînera platformê Zelal Bîlgîn jî, diyar kir ku ewê li dijî tundiya li ser jinê, polîtîkayên cûdakar, zayendperest, netewperest û mîlîtarîst, çanda tacîz û tecawîzê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bîlgîn, da zanîn ku li dijî tundiyê bi hevrebûna jinê şerte û wiha bilêv kir: “Pergaleke ku dixwazin bi rejîma  OHAL û KHK’ê ava bikin heye. Di vê pergalê de dixwazin jinan tune bihesibînin. Ji ber vê yekê tundî û îstîsmara zayendî ya li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe. Êdî em ji vê yekê pir rehesiz dibin.”
 
‘EMÊ ROJEVA XWE DIYAR BIKIN’
 
Bîlgen, destnîşan kir ku di halê hazir de qanûnekê ku jinan biparêze tuneye û  wiha got: “Dixwazin jinê hepsî malê bikin û ji civakê dur bixin. Koletiyê li ser jinê ferz dikin. Divê jin mafên xwe yên qanûnî biparêzin û hişmediya serdest red bikin. Em ê bi xwe rojevên xwe diyar bikin, ji ber ku em jî hevparên jiyanê ne.”
 
‘EM Ê BI HÊZ 8’Ê ADARÊ PÊŞWAZÎ BIKIN’
 
Bilgen, bal kişand ser pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê gelek çalakiyên men hene. Emê van çalakiyan di rojên pêş de bixin pratîkê. Emê bi hemû hêza xwe beşdarî 8’ê Adarê bibin. Yek ji hedefên me yên sereke eve. Ji bo hestiyarî çêbibe, em armanc dikin ku çalakiyên cûda li dar bixin. Em ê xebatên xwe di çarçoveya bîrdoziya azadiya jinê de li dar bixin. Têkoşîna rêxistinbûyana jinê û zanebûna zayendî ji bo me di ser siyasetê re ye.”
  
MA / Lezgîn Akdenîz - Devran Toptaş