Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin

  • jin
  • 11:10 4 Hezîran 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Jinên ku li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê rojê bi 80 lirayî di bin germa havînê de karê binkolê dikin, nikarin kirê û fatûrayên xwe bidin. 
 
Jinên ku li navçeya Torbali ya Îzmîrê li zeviyên bacan û îsotan binkolê dikin, hem ji şertên xebatê hem jî ji yewmiyeyên ku digirin bi gazin in. Jinên ku ji saetên serê sibê heta êvarî kar dikin, tenê 80 lîre distînin. Jinên ku Kobanêyiyên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê mecbûr man koç bikin jî di nav de, diyar kirin ku bi saetan li ber tavê dixebitin û xwestin şertên wan bên sererastkirin.
  
‘20 SAL IN SÎGORTEYA MIN NÎNE’
  
Ayşe Eren, diyar kir ku ji zarokatiya xwe li zeviyan dest bi xebitînê kiriye û anî ziman ku ligel 20 sal in li zeviyan dixebite jî sîgorteya wê nîne. Eren, anî ziman mecbûr dimînin ku zivistanê li ber sarmayê havînê jî li ber germê bixebitin û wiha got: “Hem pişta min hem jî stuyê min fitik bûye. Zilamên ku em bi hev re dixebitin dikarin bêhna xwe vedin lê em mecbûrin li zarokan binêrin, paqijiyê bikin û xwarinê çêkin. Ji ber vê yekê em nikarin bêhna xwe vedin û razên. Mecbûr nebûma ez nedixebitîm.”
 
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ BERTEK
 
Eren, anî ziman ku 4 zarokên xwe li zeviyan mezin kirine û wiha axivî: “Niha hemû zarokên min mezin bûne, lê nikarim wan bizewicînim. Dewlet bêyî kar bidin zarokên me, wan deyndar dikin. Piştî ku evqas sal xebitîm rewşa min eve.” Eren, polîtîkayên desthilatê yên ser kedkaran rexne kir û wiha berdewam kir: “Ez ji desthilatê qet memnûn nînim, xwezî me dengê xwe nedabûya wan. Me heta niha ji dewletê nekarî alîkariyê bigirin.”
 
YEWMIYE TÊRA NAKIN
 
Lîla Muhammed (26) a ji ber êrîşên DAÎŞ’ê beriya 7 salan ji Kobanê koç kir jî anî ziman ku li zeviyan bi 80 lîre yewmiye dixebitin. Muhammed, bi lêv kir ku ev yewmiya têra wan nakin û wiha got: “Yewmiyeyên me pir kêm in, mirov nikare tiştekê bistîne. Qiymetê tu tiştî nemaye, her tişt biha bûye. Kirê, fatûrayên av û ceyranê zêde tên. Divê zam li yewmiyeyên me bên kirin.” Muhammed, da zanîn ku heke şert û merc rast bibin dixwaze vegere welatê xwe.
 
Fatma Najjar (18) a ji ber şerê Suriyeyê beriya 6 salan mecbûr ma bi malbata xwe re koç bike jî diyar kir ku şûna biçe dibistanê mecbûr dimîne ku bixebite û wiha got: “Roja hem hatine vir heta niha em dixebitin. Şertên jiyanê gelek zor in. Em nexibitin nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê nikarin debara xwe jî bikin. Ez li Sûriyeyê diçûm dibistanê. Li vir ji malê diçim zeviyê, ji zeviyê diçim malê. Pêşeroja min wê çi bibe nizanim, nikarim xeyal bikim. Dema şert û merc baş bûn ez ê vegerim welatê xwe. Dema ez zarokên ku diçin dibistanê dibînim, dilê min dişewite. Xwezî ez jî biçûma.”
 
25 SAL IN LI ZEVIYAN E
 
Zeynep Başabaş a li zeviyên li navçeyê çawiştiyê dike jî diyar kir ku 25 sal in li zeviyan e û wiha got: “80 lîre yewmiye têra debarê nake. Karker bi vî pereyî nikarin ne kirê ne jî fatûrayên xwe bidin. Tenê dikarin pêwistiyên xwe yên rojane pêşwazî bikin. Berde goşt bikirin hinek mirov nikarin sebze bikirin. Em hemû li zeviyan li pey nanê xwe ne. Jin ji bêçaretiya xwe zarokên xwe li malê dihêlin û tên dixebitin. Min jî 5 zarokên xwe bi pereyê ku ji vir girt mezin kirin. Dema em nexibitin, naneke ku em ji zarokên xwe re bibin nabe. Jiyan gelek zor e.”
 
MA / Sevda Aydın