Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin

  • jin
  • 12:41 3 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora tundiyê KCDP’ê di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin û 20 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) bîlançoya tundiya zilaman a meha gulanê bi raya giştî re parve kirin. Li gorî raporê di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Ji van 17 jinên hatine qetilkirin 10 jin bi kîjan hêcetan hatine kuştin nehatiye tespîtkirin û 7 jin jî wextê xwestine ew û hevjînên xwe an hevalên xwe hevberdin hatine kuştin.