Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin

  • jin
  • 15:49 2 Hezîran 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê diyar kir ku “rûspî” dixwazin ser bûyera êrişa zayendî ya li navçeya Rûbarokê li hember zaroka 4 salî pêk hatibû bigirin û ew ê dozê bişopînin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê û bûyera êrişa zayendî ya li navçeya Rûbaroka Colemêrgê li hember zarokek pêk hatibû li ber avahiya HDP’a Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê û gelek rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê Selcan Saygi metna daxuyaniyê xwend. Sayig diyar kir ku AKP êdî hebûna jinan qebûl nake û Peymana Stenbolê tenê ne jinan eleqedar dike tevahiya civakê eleqedar dike û ev peyman zarokan û jinan diparêz e û ew ê destûr ev peyman ji holê were rakirin. Saygi anî ziman ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tundî, destdirêjî, êrişên zayendî û kuştina li hember jinan û zarokan zêde bûye û peymanê kirine qûrbana bekaya yek zilamî. Sayig da zanîn ku ew dixwazin li tavilê dest ji biryara fesixkirina peymanê were berdan û ew ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin. 
 
TÊ XWESTIN SER BÛYERÊN DESTDIRÊJIYÊ WERIN GIRTIN 
 
Saygi bi bîr xist ku li navçeya Rûbaroka Colemêrgê di 18’ê gulanê de zarokek 4 salî bi êrişa zayendî ya Tacettîn G. re rûbirû maye û “rûspî” dixwazin ser vê bûyer û gelek bûyerên wek vê bigirin û lê ew ê bibin şopdarê van dozan. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.