Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir

  • jin
  • 15:55 1 Hezîran 2021
  • |
img
SEMSÛR - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya “Ji Xizaniya Jinan Re Na” li Bajaroka Bûlam a Çêlikanê bi jinên ku tûtinê datînin re hatin gel hev. Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran got: “Navê xizaniyê bûye navê jinan." 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinan Re Na" li bajaroka Bûlam a navçeya Çêlikan a Semsûrê serdana karkerên jin ên çandiniyê û malê kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP’ê Huda Kaya, Endama Koordînasyona Navendî ya Rizgarkirina Jinan Nûpelda Çelîk, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê Zelîha Karinca û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
'JIN KEDÊ DIDIN LÊ KEDA WAN NAYÊ DÎTIN' 
 
Şandeya HDP'ê çûn nav zeviyên tûtinê û serdana jinên karker kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Di serdanê de Ayşe Acar Başaran anî ziman ku ji bo pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin bikin rojev herem bi herem digerin û wiha got: “Navê xizaniyê bûye navê jinan. Her cihê ku em diçinê dibînin ku jin çawa hatine xizankirin. Jin li her derê kedê didin lê keda wan nayê dîtin. Tu caran jî heqê keda xwe wernagirin." 
 
Jinên ku demekî dirêj karê tûtinê dikin jî ji aliyekê xebitîn ji aliyê din jî pirsgirêkên xwe ji şandeyê re vegotin. 
 
ROJÊ 25 TL DIMÎNIN
 
Jineke ku di nav zeviyê de dixebitî wiha axivî: “Em bi yewmiye, rojê 100 lîreyî dixebitin. Lê heqê keda me ne eve. Em di saet 05.00’an de tên zeviyê heta êvarî roj diçe ava li vir in. Beşeke mezin a mirovên li vê heremê debara xwe bi tûtinê dikin. Tûtina gelek kesan a ji par ma hêj li malê ye me nekarî bifiroşin. Ji ber wê yekê em bi yewmiye dixebitin. Heke 50 lîre were qezenckirin 25 lîre weke mesref diçe.”
 
DEST JI PERWERDEYA XWE BERDA
 
Jineke din jî wiha axivî: “Ev kar hêzeke cidî dixwaze. Bi salan e heman pirsgirêkan dijîn. Du zarokên min hene. Ji ber dixebitim nikarim bi wan re mijûl bibim. Li heremê ligel pirsgirêkên ku em dijîn pirsgirêkên ku zarokên me dijîn jî hene. Ji bo ku tevlî perwerdeya ji dûr ve bibin înternet tune ye. Ez demekî dirêje li zeviyê dixebitim, heke derfet hebe ez dixwazim perwerdehiya xwe ya di nivî de mabû bidomînin. Min li zanîngehê beşa wêjeyê dixwend lê mecbûr mam ku berdim. Ji kerema xwe li dijî van tiştên em dijîn bibin deng û çareserî.”
 
HEQÊ KEDÊ NÎNE
 
Jineke din jî diyar kir ku tenê çavkaniya debara wan tûtine û wiha got: “Du zarokên min hene. Keça min 7 kurê min 5 salî ye. Şev û roja me tûtin e. Heke ji derve bikir were distîne. Keda me vala diçe. Em datînin, îlaç dikin, ava didin û tevrik dikin. Em ked didin lê tu car heqê keda xwe na wergirin.”