Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket

  • jin
  • 11:10 1 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê bi berga “Patriyarka jî, kapîtalîzm jî, kedê dixwin” derket.
 
Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê bi berga xwe li dijî talankirina ekolojiyê bal kişand ser têkoşîna jinê. Di hejmara nû ya bi berga “Patrîyarka jî, kapîtalîzm jî kedê dixwin” de Menekşe Kizildere û Zeynep Altinkaynak bi nivîsên xwe balê dikişînin ser têkiliya patriyark û kapîtalîzmê. Gotûbêja Ayşe Guney a bi endama Koma Jinan a Atmaca Nazli Demet Ûyanik re kiriye ya têkoşîna li dijî HES’an vedibêje. Di vê hejmara pêvekê de gotubêja Hîcran Urun, bi endama Yekitiya Komîteya Jinên Filistînî re kiriye têkoşîna jinan digire dest. Meltem Încî jî, gotûbêja bi dîrektora Festîvala Fîlman a Jinan a Ûçan Supurge Azîze Tan re kiriye temaya festîvalê ya vê salê û mijara di sînemayê de jin digire dest. 
 
Nivîs û wergerên ku di hejmara 15’emîn de hatin weşandin wiha ne:
 
* Têkiliyên xweza, desthilat û jinê / Menekşe Kizildere
 
* Lawê dijwar ê patriyarkayê (!) kapîtalîzm / Zeynep Altinkaynak
 
* Gotina ‘Na’ têra nake, têkoşîn jiyanî ye / Gotubêja bi Koma Jinan a Atmaca re - Ayşe Guney
 
* “Em ne westiyan ne jî aciz bûn; em ê dagirkeran jêkin û biavêjin” / Gotubeja Ruba Odeh a ji Filistînê - Hîcran Urun
 
* Tundiya bêhnfirehiyê: Ji bo du şimakan mala xwe belav neke, ji bo du kurdan em dewletê ne peritînin / Hulya Osmanagaoglû
 
* Têkoşîna gundiyan û serdestiya xwarinê / Capîre- Wergêr
 
* Ji arafê derkeve û ji newekheviyê re bêje bes! / Gotûbêja bi dîrektora Festîvala Ûçan Supurge Azîze Tan re - Meltem Încî
 
* Li Fransayê piştî “femînîcîde’yê” qanûna “aborî û wekheviya kar / Heval Arslan
 
* Di navenda bangê de xofa mêhtinê / Nebîle Irmak Çetîn 
 
* Dadgehên engîzîsyonê yên îro ser kar in / Mîzgîn Tekîn