Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak

  • jin
  • 09:07 31 Gulan 2021
  • |
img

RIHA - Ji Rêveberiya Aboriya Jinan a Giştî Armanc Mihemed, diyar kir ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê jinan bi şoreşê re aboriya serbixwe ava kirine û ev ji cîhanê re bûye mînak. 

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyêyê, bi şoreşê re bi dehan sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ava bûn û xweseriya jinan di qada aboriyê de bêtir bingeha xwe girt. Jinan destkeftîyên xwe yên dîrokî anîn roja îro. Jin berhemên xwe ketin tevgerê û ji xwe re aboriyeke xweser ava kirin. Ji bo vê yekê pirojeyên weke çandinî, kargeh, dikan, sewalkarî, kooperatif û bazar ava kirin. 
 
Li gorî lêkolînan li hemû cîhanê jin ji sedî 75 tevlî aboriyê dibin. Li hemberî vê jinan li Bakûr û Rojhilat e Sûrîyê di sala 2015'an de Rêveberîya Aboriya Jinan ava kirin. Rêveberiyê, li hemû herêmê Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê 23 kooperatifên jinan ava kirin, 12 hezar donim erd çînin, bazar, 3 firin û 5 tenûr û gelek tekstîl ava kirin. Bi hezaran jin di nav xebata aboriyê de xwe bi rê ve dibin. 
 
Ji Rêveberiya Aboriya Jinan a Giştî Armanc Mihemed, rewşa jinan a beriya şoreşê, şoreşa aborî, aboriya serbixwe ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
 
‘JIN NIKARIBÛN JI MALÊ DERBIKEVIN’
 
Mihemed, bir xist ku bi hezaran sal in aborî bi destê jinê hatiye avakirin û wiha got: "Jinan çandiniyê pejirandiye, aboriya malê bi destê jinê hatiye avakirin. Mezinkirina zorokan jinê girtiye ser milê xwe. Jin bi xwe aborî afirandiye lê bi hezaran salan ev roj bi roj ji destê jinê hatiye derxistin. Zilam ketine dewrê û karê aboriyê hêdî hêdî ji destê jinê derxistine. Berê zilam xebitiya pere ku qezenc dikir anî dida jinê, jinê ji jî bo aboriya malê xerç dikir. Beriya ku Şoreşa Rojava çêbibe, bi hezaran jin weke koleyan dihatin dîtin. Jin ji malê nikaribûn derbikevin. Tenê yên ku di rejîma Baasê de dixebitîn derdiketin. Yên ku bi Baasê re nedixebitîn li malê rûniştî bûn. Pîşti şoreşê hêdî hêdî jin derketin qadan û bi dest kar kirin."
 
‘KED, ÇAND, ÇANDINÎ, BERHEM Û DESTKEFTÎ...’ 
 
Derbarê şoreşê de Mihemed, da zanîn ku bi şoreşê re li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xweseriya jinan di qada aboriyê de bêtir bingeha xwe girtiye û ev tişt anîn ziman: “Jinan destkeftiyên xwe yên dîrokî anîn ser rûyê rojê. Her çiqas serdem derbas bikin jî dema mijar bû ked, çand, çandinî, berhem û destkeftî jin derket pêş. Jina di nava Rêveberîya Xweser de hemû mafên xwe bi dest xistin û bi saya projeya neteweya demokratîk îro jin xwe di nava hemû qadên jiyanê de dibînin."
 
‘DI ASTA ZIREEÊ DE PÊŞ XISTIN’
 
Mihemed, bi lêv kir ku şoreş hem weke leşleri hem jî weke aborî bûye û ev tişt got: “Jin hem di qada leşkerî de hem jî di qadê aborî de cihê xwe girtine. Piştî şoreşê 9 qomîte hatin avakirin. Di her qomîteyê de jinan cihê xwe girtin. Jinan ji bo aboriyeke serbixwe ava bikin bêhtir di milê zireetê de xwe derxistin pêş.”
 
‘JIN DI HEMÛ QADA DE DIBE DISA CIH BIGIRIN’
 
Di berdewamê de Mihemed, anî ziman ku jin dixwazin aboriya xwe ava bikin û axaftina xwe wiha domand: “Aborîyeke serbixwe ji bo hemû jina girîng e. Karê ku ji destê jinê hatî derxistin em dixwazin dîsa dest bixin. Divê jin dîsa di hemû qadan de cih bigirin. Jin êdî kooperatifan ava dikin û di her beşê de cih digirin. Ji sala 2015’an heya niha me bi dehankooperatif ava kirin. Hem di hêla çandiniyê de hem jî di hêla bazirganiyê de jin cihê xwe digirin. Çandin û rakirina zeviyan jin bixwe dikin."
 
‘JIN BIXWE KOOPERATIFA AVA DIKIN’
 
Mihemed, bal kişand ser girîngiya kooperatifan a di aboriyê û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Ji ber ku kooperatif fikr û ramanên Rêber Apo ne, çend jin tên cem hev û kooperatifekê ava dikin û wê kooperatife xwe bi rê ve dibe. Di serî de jin li hemberî kooperatifan hinekî dûr bûn lê me weke Rêveberîya Xweser di her astede piştgirî da wan û niha jin bixwe kooperatifan ava dikin."
 
‘EM LI HEMÛ NETEWEYAN XWEDÎ DERDIKEVIN’
 
Tekildarî projeyên jinan ên aboriyê de jî Mihemed, ev tişt gotin: "Niha 9 projeyên zireetê û 8 jî projeyên tendûran hene. Di kooperatifan da 700 jin cihê xwe digirin. Kooperatifên me li Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê ji hebûn û bi sedan jin di wan de dixebitîn. 43 hezar donim erdê me li Serêkanîye hebû. Li Girêspî jî 30 hezar donim erdê me yê aboriya jinan hebû. Li Efrînê  kooperatîfên me zêde bûn. Dema Tirkiye êrîşî Rêveberîya Xweser kir ew karê me hatin hilweşandin. Jinên ku li Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê dixebitîn tiştek di destê wan de nema û derbasî herêmên me yên din bûn."
 
‘EM Ê LI BERXWEBIDIN’
 
Mihemed, destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê çiqas dijwar bin jî wê jin li ber xwe bidin û ev nirxandin kirin: “Tirkiye çiqas êrişî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bike jî em ê weke jin li ber xwe bidin û di qada şer, aborî, perwerdeyê dê çi ji me were xwestin em ê bikin. Niha ava çemê Firatê tê kêmkirin. Ev demek dirêj e birastî tê kêmkirin û gihijtiya asta herî kêm. Lê saziyên mafên mirovan bêdeng in. Dema ne bêdengbûna êrişê li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çenedibûn. Gelek jin koçber nedibun. Li hemberî hemî êrişan û kêmkirina avê jî em ê li ber xwe bidin. Em bîra dikolin, em naxwazin civaka me bêav û bêzireet bimîne."
 
‘XWE BI XWE RÊVEBIRIN’
 
Mihemed, anî ziman ku ji bo aboriyeke biserxwe wê jin projeyên xwe berfirehtir bikin û wiha got: "Plansaziyên me daniye pêşiya xwe bêhtir li ser zireettê ne. Hinek projeyên me li ser zireetê hene. Me malên ku şinayî têde tên çandin (sera) ava kirine. Em dixwazin hejmara wan zêde bikin. Em dixwazin li ber çemê Firatê jî gelek projeyan çêbikin, lê kêmkirina avê dibe astengî. Em dixwazin li herêma Cizîrê kargeha miqarneyan vekin ku 50 jin têde bixebitin û xwe bi rê ve bibin.”
 
‘SERKEFTIN NE TENÊ SERKEFTINA ME JINAN E’
 
Derbarê serkeftinan jinan de jî Mihemed, da zanîn ku jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji jinên cîhanê re bûna mînak û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Jinên ku ji derveyî Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê tên pirsa ji me dikin. Dibêjin hûn çawa aboriya jinê ava dikin? Destpêka kooperatifan çawa çêdibe? Hûn bi çend jinan dest pê dikin? Di demek nêz de gelek jin hatin Dêrikê û li kooperatif û kargehên me geriyan. Wêneyên kooperatîf û kargehan girtin û gotin, ‘Em ê jî li welatê xwe ava bikin’. Ev serkeftin ne tenê serkeftina me jinan e, serkeftina Serok Apo ye. Ev derfet ji jinan re çêkiriya. Em bi fikr û felsefeya wî gihîştin vê astê."
 
‘WÊ SERKEFTIN BIBE YA JINAN HEMÛ’
 
Mihemed, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got:  "Me li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê şoreş çêkir lê hê jî li Rojhilata Navîn jin di malê de rûniştî ne. Divê ku hemû jin aboriya xwe bi dest bixin û destê xwe li ber mêr venekin. Em bi hêvî ne ku li hemû cîhanê wê jin xwe bi rê ve bibin. Çiqas ev zêde bibe wê ev serkeftin bibe ya jinan hemû. Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê jin bi xwe rê ve bibin lê li Bakûrê Kurdistanê nebin nabe. Divê jin li Bakûr, Başur û Rojhilat ji xwe bi rê ve bibin. Li hemû cîhanê xwe rê ve bibin."
 
MA / Emrûllah Acar