Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn

  • jin
  • 10:15 30 Gulan 2021
  • |
img

ENQERE- Parêzer Pinar Çelîk Arpaci, ya ku bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya li dijî kuştinên jinan û pêkanînên du standartiya darazê, wiha got: “Ayşe Tûba cara 24’emîn çû ber deriyê edliyê serlêdan kir. Ez banga xwedî derketina dozê li raya giştî dikim.”

 
Jina 45 salî Ayşe Tûba Arslan, di 11’ê Cotemeha 2019’an de, li cadeya herî qerebalix a Eskîşehîrê Bulwara Ataturkê ji aliyê hevjînê xwe Yalçin Ozalpay (52) yê berê ve bi giranî hat birîndarkirin û piştî têkoşîna jiyanê ya 44 rojan jiyana xwe ji dest da bû. Kuştina Arslan cardin rastiya xemsariya dewletê ya li dijî kuştinên jinan raxist ber çavan.
 
Arslan a zewicê, hertim rastî tundiyê hat. Ligel ku hevjînê xwe berdabû jî, gefa kuştinê û tundiya li ser wê dewam kirin. Arslan a 23 caran gilî kiribû, dema jiyana xwe ji dest da jî, 23 daxwaznameyên gilîkirinê di çanteyê wê derketin. Arslan di daxwaznameyên xwe de, bi gotina “Ma hûn li benda mirina min in?” îsyan kiribû. 
 
Doza Ozalpay a li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê hatibû dîtin û cezayê girtîgeha muebeta giran lêhatibû birin, ji bo dadgehek jortir 2’yemîn Cezayê Daîreya Dadgeha Edliya Herêmê ya Enqerê hatibû şandin. Dozgerê danişîna yekemîn a li Dadgeha Îstînafê hat dîtin, ji bo Ozalpay “daxistina tehrîka bêmaf” xwest. Danişîn talûqî 25’ê Hezîranê hat kirin. 
 
ÇÎROKÊN ‘PAKBÛNÊ’ 
 
Parêzerê malbata Arslan Pinar Çelîk Arpaci, derbarê pêvajoya darazê de ji ajansa me re axivî. Arpaci, diyar kir ku dozger têkildarî Ozalpay sûcê “bi hestên cinawerî ne kuştiye” muata da û wiha axivî: “Ev bûyerk şênbere û ne mijara ‘daxistina tehrîka bêmafe.’ Di kuştinên jinan de, em gelek caran rastî vê yekê tên. Di rastiyê de daraz jî xelat dike. Ji ber vê bersûc teqez bi çîrokên xapandinê, parastina xwe dikin. Bersûc Ozalpay jî, nêzî 2 salan, di danişînê de, çîrokên mîna berdanê ji Dadgeha Cezayê Giran re vegotin”
 
DARAZA ZILAM BERSÛCAN XELAT DIKE
 
Arpaci, da zanîn ku daxistina “tehrîka bêmaf” mafê dide zilamên ku jinan dikujin û wiha got: “Ligel ku her du aliyan hev berdane û mijareke berî 2 salan, nabe ku hinceta tehrîka bêmaf ji bo bersûc bê nîşandan. 23 serlêdan û 23 êriş hene. Ma di her êrişê de tehrîka bêmaf heye. Di hiqûqê de, nabe ku parastinek wiha bê parastine. Li mixabin, pergala daraza zilam, vê yekê xelat dike.” 
 
 JI BO TEVLÎBÛNA DANIŞÎNÊ BANG KIR
 
Arpaci, ji bo tevlîbûna danişîna di 25’ê Hezîranê bê dîtin de bang û wiha got: “Ayşe Tûba cara 24’emîn diçe ber deriyê edliyê û gilî dike. Divê êdî edalet bê bicih anîn. Di 23 serlêdanên xwe de gotiye, ‘heya ez bimirim, hûnê min bi parêzin.’ Herî dawî hat kuştin. Kêm jî be biryara dadgeha ewl wijdanê me rehet kiribû û biryarek mînak da bû. Lê vê mutalaya carek din Ayşe Tûba kuşt.”
 
Arpaca banga tevlîbûna danişînê kir û wiha got: “Werin em bibin dengê Arslan. Ev yek ji bo me pir girînge.”