Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz

  • jin
  • 09:00 29 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - B.G. ku li Kadikoyê di aşxaneyekê de dixebitî û piştî taciz û mobbîngê ji kar hat derxistin, anî ziman ku piştevaniya rêxistinên jinan ew bi hêz kiriye. 

Jina ku li Kadikoyê di aşxaneyekê de dixebitî, pêşî xwediyê aşxaneyê Ekîn Can A. tahde lê kiriye û bi dû re bavê xwediyê aşxaneyê Tûran A. jî ew taciz kiriye û piştî vê taciz û mobbîngê di Nîsana 2021'ê de ji kar hatiye derxistin. Jinan ku nexwest navê wê bê aşkerekirin û xwest navê wê wekî B.G. bê nivîsandin, behsa tahdeya lê hatiye kirin û taciza pê re rû bi rû maye kir. B.G., anî ziman ku di Tebaxa 2019'an de li cem Ekîn Can A. dest bi kar kiriye û ji roja dest bi kar kiriye heya ji kar hatiye derxistin tahde lê hatiye kirin û hatiye tacizkirin. 
 
'TAHDE LI ME DIKIR' 
 
B.G., bilêv kir ku rojê 4 saetan zêde dihat şixulandin. B.G., diyar kir ku Tûran A. hosteyê aşxaneyê bûye û got: "Şixula bi wî re di warê derûnî de pir zehmet bû. Kes nikaribû pê re bixebite, direviyan. Gava pirsgirêkek hebûna û sedema pirsgirêkê Tûran A. bûna, digot 'tiştekî bikim tune ye.' Tim tahde li me dikir. Kardêr jî ji bo me bêqîmet bike digot, 'ma hûn çi îşî dikin.'" 
 
'HEQARET LI MIN KIR Û EZ TACÎZ KIRIM' 
 
B.G., destnîşan kir ku berî ku ji kar bê derxistin bi rojekê Ekînc Can A. heqaret lê kiriye û got: "Piştî van heqaretan a din, min xwest pê re biaxivim. Lê bertek nîşan da. Ji min re got, 'derkeve, biçe.' Lê meaşê min ê 3 mehan li cem wan bû." 
B.G., destnîşan kir ku bi Kod-43'yê ji kar hatiye derxistin û got: "Tûran A., tam sal û nîveke hem bi fizîkî hem jî bi devkî ez taciz kirim. Hin hevalên min ên kar şahid in. Min ev yek ji zarokên xwe re jî gotin." 
 
PIŞTEVANIAYA RÊXISTINÊN JINAN 
 
B.G., bilêv kir ku piştî ji kar hatiye derxistin tahdeya lê hatiye kirin û taciza hatiye kirin aşkere kiriye û got: "Li hember vê neheqiyê gelek rêxistinên jinan xwedî li min derketin. Ev yek, ez bi hêz û quwet kirim. Niha dibêjim, axirkê min kiriye. Axirkê bêdeng nemame. Ne poşman im. Ez van gotinan bi saya piştgirî û piştevaniya raya giştî dibêjim. Ez bi tenê nehatim hiştin." 
 
B.G., anî ziman ku ji bo meaşê xwe bistîne dê serî li dadgehê bide.