Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê

  • jin
  • 11:39 21 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Ji parêzerên femînîst ên ji bo berdana Nevîn Yildirim a ku li dijî tecawîza birêkûpêk mafê xwe yê parastina rewa bikar anîbû, serî li AYM’ê dan Oya Merîç Ayuboglû,  diyar kir ku wan nediyariya hiqûqî birin AYM’ê û got: “Me xwest ev nediyariya hiqûqî ji holê bê rakirin.” 
 
Li gundê Koruyaka ya navçeya Yalvaç a Ispartayê, Nevîn Yildirim a di 28'ê Tebaxa 2012'an de li dijî zilamê bi rêkûpêk tecawîzê wê dikir Nûrettîn Gider mafê xwe yê parastina rewa bikar anîbû û kuştibû. Yildirim hatibû binçavkirin û girtin. Dadgehê dûre Yildirim şandibû Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê. Yildirim di 4’ê Mijdara 2013’an de, derket pêşberî dadgehê û dozger ji bo Yildirim cezayê muebeta giran xwestibû. Di danişîna biryarê ya di 5’ê Adara 2015’an hat dîtin de, cezayê muebetê li Yildirim hatibû birîn.
 
Parêzerên jin ên di danişînê de Yildirim bi tenê nehiştin, biryara dadgehê biribûn Dadgeha Bilind.  Dadgehe Bilind jî di 14’ê Îlana 2017’an de biryara dadgehê erê kiribû û ji bo Yildirim daxistina ceza nekiribû.
 
Parêzerên Femînîst, ji bo serbest berdana Yildirim a cezayê muebetê lê hatibû birin, serî li Dadgeha Bilind (AYM) dan.
 
Ji parêzerên serlêdan kirin Oya Merîç Eyuboglû, diyar kir ku Yildirim li dijî tecawîza birêkûpêk mafê xwe yê parastina rewa bi kar aniye. Eyuboglû, anî ziman ku wan ne biryar, nediyariya hiqûqî birîn AYM’ê û wiha got: “Dosya niha li Lijneya Giştî ya Cezayê Dadgeha Bilind e. Ne diyare ku dosya wê çi demê bê lêkolînkirin. Bi salane Yildirim, bi awayekê bêhiqûq tê darizandin. Nevîn hîna jî girtiye. Ji ber girtina dem dirêj diviya bû bê berdan. Lê hîna jî girtiye. Em dixwazin ku ev nediyarî ji holê bê rakirin.  Ji ber vê me serî li AYM’ê da. Girtineke evqas dem dirêj ne adîlaneye. Divê em xwedî jinên ku mafên xwe yên parastina rewa bikartînin derkevin. Di vê çarçoveyê de em banga piştevaniya dikin.”