Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in

  • jin
  • 10:15 20 Gulan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Aktivîsta TJA'yê Zozan Aksu diyar kir ku li herêmê zêdebûna tundî û kuştinên jinan encamên polîtîkayên şer in û ev got:"Em ê li herêmê bi tekoşîna xwe vê hişmendiya ku bi polîtîkayên şer  mirin û tundiyê ji jinan re rewa dibîne teşhîr bikin." 

 
Li Tirkiyeyê girêdayî polîtîkayên hikûmeta heyî kuştina jinan û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestinîn, di meha gulanê de li seranserî Tirkiyeyê 16 jin hatine qetilkirin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Di demên dawîn de yek ji bajarên ku herî zêde mirinên biguman ên jinan lê pêk tê Şirnex e. Di sala 2020'an û 5 mehên destpêkê yên sala 2021'an de Kevser Eroglû, R.O. ya 17 salî, Betul Ûçar a 14 salî, Gurbet Uren û Leyla D., li bajar bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsînên ku derbarê mirinên biguman ên jinan de hatine vekirin jî bi hinceta "întiharê" tên girtin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksû,  li ser mirinên jinan ên li herêmê zêde dibin axivî û got ku li herêmê xwekuştinên jinan encama şerê taybet ê dewletê ye. 
 
DI MEHEKÎ DE 2  JIN HATIN QETILKIRIN 
 
Aktivîsta TJA'yê Aksû, diyar kir ku li herêmê li gel tayinkirina qeyûman û desteserkirina deskeftiyên jinan her qad li jinan hatine tengkirin û wiha axivî: "Di dîrokê de heta ku roja me ya îro li herêmê her berxwedanek bi pêşengiya jinan  pêk hatiye. Pergal vê yekê dizane û çiqas ji destê wan bê bi taybetî li jinan qadên civakî teng dikin. Nahêle ku jin di civakê de bibe xwedî gotinek. Ev bi polîtîkayên şerê ku li herêmê tên meşandin re girêdayî ye. Şaredariyên  me desteser kirin û yekem hedefa wan bû tunekirina deskeftiyên jinan. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man bi vê rêbazê hatin bêdengkirin. Ev jî yek sedemê zêdebûna tundî û kuştina jinane. Di mehekî de li  Şirnexê de 2 jin bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî vê tundiya di hundirê malê de zêde bû. Di herêmê de qadên ku jin an jî mêr biçin bixebitin tunene. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna tundî û kuştinê. Mêrê ku divê hêrsbûna xwe ji pergalê derbixe, bi kuştinan jinan xwe rehet dike. Ev hemû encamên polîtîkayên dewletê ne. "
 
'DIVÊ SERÎ DE JINEOLOJIYÊ BIRÊXISTIN BIKIN'  
 
Aksû, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijî her êrîşê pêwîstî bi rêxistinkirina xweparastinê heye û axaftina wiha domand: "Li dijî tundî, talankirin û tunehesibandinê me kampanyaya 'Em xwe diparêzin' dabû destpêkirin. Li gel vê kampanyayê me xwe gihand gelek jinan. Lê belê ev xebata me têra hîn tiştan nekir. Heta ku em jin di hêla zanistiyê de xwe bi rêxistin nekin, em ê werin perçiqandin. Ev jî bêgûman dikeve ser milê jinên ku ji têkoşîna jinan re pêşengiyê dikin. Divê di serî de em di  nava civakê de jîneolojiyê bi rêxistin bikin. Ji ber wê jî divê em weke TJA xwe hîn zêdetir bigihînin jinan. Heger li berevajî vê em tevbigerin wê mafên me yên ku weke Peymana Stenbolê ji destê me bên standin û em ê zêdetir bên kuştin û tunekirin. Ji bo parastina hebûna jinan pêdivî bi yêkitiyê heye. Heger em bi hev re dengê xwe dernexin em ê nikaribin bi hişmendiya serdest." 
 
NECEZAKIRINA FAÎLAN 
 
Aksû, da zanîn ku li herêmê di her mirineke jinan de dewlet lawaz nêzî bûyerê dibe û anî ziman ku dewlet ji bo girtina kujerên jinan  lêkolînên girîng nake û wiha got: "Dema ku mirov nêzikatiya dewletê ya li hemberî kuştinên jinan dinêre, mirov dibîne ku ji bo dîtina kujer an jî kujeran nakevin di nav hewledanekê de. Li herêmê di her kuştina jinekê de kes hatine binçavkirin, lê piştî îfadeyê wan ew hatine berdan. Dema ku di kolanê de yek diqîre ji bo ku wî/wê bigirin her tiştekî dikin. Lê di bûyerên kuştina jinan de,  her çend gumanbarê yekem mêr be jî, ew tiştek nake û dibêjin ku, 'Heta ku rapora otopsiyê dernekeve em nikarin tiştekî bikin' Lê ev kesê ku weke gumanbar tê dîtin dikarin di binçavan de bihêlin heta ku rastî ronî bibe. Heger heta niha yek kujerên jinan bi cezayê giran bihata cezakirin, me îro ev tişt jiyan nedikir. Em ê li herêmê bi tekoşîna xwe, dê vê hişmendiya ku bi pêkanîna polîtîkayên şer  mirin û şîdetê ji jinan re rewa dibîne dê teşhîr bikin. Li herêmê her kuştin û xwekuştina jinan em ji nêz ve dişopînin û ji bo zelalkirina rastiyê û bi cezakirina faîl em di nav hewledanan de ne."