‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’

  • jin
  • 14:11 18 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisên jinan ên HDP’ê yên Mersîn, Edeneyê û Amed û aktîvîstên TJA’yê derbarê Doza Kobanê ku li Enqerê tê dîtin de daxuyanî dan û xwestin ku li dijî komkujiya DAIŞ’ê bêdeng mane bên darizandin. 
 
Meclisên jinan ên HDP’ê yên Mersîn, Edeneyê û Amed û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Doza Kobanê ku li Enqerê tê dîtin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 kes têde tên darizandin de daxuyanî dan. 
 
MERSÎN
 
Daxuyaniya li Mersînê li avahiya HDP’ê ya Bajar hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne yên tên darizandinin, em didarizînin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Mersînê Gulbahar Şofer axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi Doza Kobanê êrişî kurdan û jinan û destkeftiyen wan dikin û wiha got: “Doz li kesên ku li dijî DAIŞ’ê piştevaniyê kirine hatiye vekirin. Tişta divê bê darizandin ne têkoşîna jinan a HDP’ê û demokrasi û azadiyê ye. Kesên li dijî komkujiya DAIŞ’ê bêdeng mane divê ew bên darizandin.”
 
EDENE 
 
 Li Edenê jî Meclisa Jinan a HDP’ê derbarê dozê de daxuyaniyeke nivîskî da û ev tişt got: “Doza Kobanê kompas e. Di vê dozê em jin em ê neyên darizandin û bidine darizandin. Em ê vê dozê heta dawiyê biparêzin. Kobanê destkeftiya sedsala 21’emîn e û deng û vîna jinan e. Em ê li dijî her nêzikbûna dagirker û emperyalist heta li ber xwe bidin û civaka demokratîk û azadiya jinê lê pêk hatî ava bikin.”
 
AMED 
 
Meclisa Jinan a HDP’ê ya Amedê jî bi heman armancî li navçeya HDP’ê ya Yenîşehîrê daxuyanî da. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê rêvebera HDP’ê ya Amedê Jale Okkan ve hat xwendin. Okkan, diyar kir ku Parastina berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya Kobanê ne sûc e û wiha got: “Sûca yekser bêdengbûyîna li dijî firotina jinan a ji aliyê van çeteyan e. Doza Kobanê bêtahamûliya li dijî parêzvanên jiyanek hevpar e. Ev doz êrîşê li dijî gelan, jinan û li dijî deskeftiyên wan e.”