Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin

  • jin
  • 16:06 31 Çile 2018
  • |
img

AMED – Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Heremî ya DBP’ê aşkere bû. Êrîşên li dijî Efrînê mohra xwe li konferansê da. Jinan rexnedayîna xwe da. Jinan biryara seferberiya rêxistinkirina li dijî desthilatdariya faşîzan û xespgir da. 

Partiya Herêm Demokratîk (DBP) bi şiyara “Em ji bo ax, serokatî û azadiya xwe li ber xwe didin” li Amedê 2’yemîn Konferansa Jinan a Rêveberiyên Heremî li dar xist. Konfernas bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Encamnameya konferansê Alîkara Hevşaredarên Êlihê Semra Guneş xwend. 
 
‘ÊRÎŞA EFRÎNÊ LI DIJÎ JINAN E’ 
 
Guneş bibîr xist ku kêliya wan konferansa xwe li dir dixist jî Tirkiyeyê êrîşî ser Efrînê dikir û got: “Êrîşên li dijî Efrînê û netewên wir raste rast êrîşa li ser rêveberiya civakî, jinan, komunal û demokratîkbûyînê ye. Ev êrîş bi destên Tirkiye, DYA, Rûsya û Sûriyê pêk tên. Her wiha çeteyên girêdayî wan OSO û DAIŞ jî piştigiriyê didin van êrîşan. Gelên Efrînê pergala dewletê û xeta çeteyan naxwaze û ji bo dixwazin li dijî pergala faşîst jiyana xw ava bikin rastî êrîşan tên. Li dijî van hemû pêkanînan Efrînî xwe diparêz in.” 
 
‘OHAL’Ê SAZ KIRIN’ 
 
Guneş da zanîn ku piştî girankirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, faşîzma OHAL’ê bêtir saz kirin. 
 
REXNEDAYÎN HAT DAYÎN 
 
Guneş destnîşan kir ku di konferansê de gelek mijar bi berfirehî hatin nirxandin û nîqaşkirin û jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe soza xwe dan û di mijarên kêmanî de jî rexnedayîna xwe dan. 
 
Guneş got ku ev biryar di konferansê de hatine girtin: 
 
"* Êrîşên li ser Efrînê li dijî jinan û rêxistinbûyîna demokratîk pêk tê. Em ê bi jinên efrînî û gelan re piştgiriya xwe mezin bikin. 
 
* Em ê bi seferberiya rêxistinkirî li dijî desthilatdariya faşîzan û xespgir têkoşînê bikin. 
 
* Hevserokatî û pergala jinan destkeftiyên bingehîn ên têkoşîna jinan e û dê ev bi mezinkirinê bê birêvebirin. 
 
* Li dijî feraseta baviksalarî ya ku êrîşan dibe ser qada têkoşîna jinan, dê bi têkoşîna jinan alternatîf qad bên afirandin. 
 
* Li dijî zayendparêziya ku faşîzmê xwedî dike bi hemû rêxistinên jinan re kampanyayên têkoşînê bên kirin. 
 
 * Em ê li dijî taciz, tecawiz û îstîsmarkirinê ya bi destê rejîma faşîzan a AKP û MHP’ê tê birêvebirin û polîtîkayên bê cezakirinê têkoşînê bidin û platforman ava bikin. 
 
* Em ê li dijî pêkanîna cilên yek reng û feraseta yekperestî li ber xwe bidin û bi girtiyan re di nav piştgiriyê de bin. 
 
* Em ê piştgiriyê bidin Sûr, Nisêbîn û Cizîrê û li dijî tunekirina çand û hafıza van bajaran li ber xwe bidin."
 
Piştî xwendina encamnameyê jinan bi yek dengî slogana “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin.