Li Mersînê mirina bi guman a jinekê

  • jin
  • 10:31 18 Gulan 2021
  • |
img
MERSÎN – Li navçeya Tarsûsê Şefîka O. ya 73 salî li qadeke înşaetê mirî hat dîtin. 
 
Li taxa Anitê ya navçeya Tarsûsê ya Mersînê, jina bi navê Şefîka O. ya 73 salî li qadeke înşaetê mirî hat dîtin. Welatiyên ku cenazeyê Şefîka O. dîtin agahî dan polisan û tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê dan zanîn ku Şefîka O. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Şefîka O. rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Mersînê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.