Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome

  • jin
  • 10:26 12 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Derûnnas Cemre Oztoprak, diyar kir ku tundiya dîjîtal a dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, di pêvajoya pandemiyê de bi lez zêde bû û got: “Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re dewam dike.”
 
Di pêvajoya pandemiyê de, bi zedebûna bikaranîna înternet û medya civakî re, sûcên tundiya dîjîtal ên li dijî jinan jî zêde bûn. Li gorî danayên herî dawî yên Weqfa Tenduristiya Jinan a Banê Xemrî, rêjeya jinên rastî tundiya dîjîtal hatin, li gorî ya zilaman 27 qat zêdetire. Di lêkolîna Komîteya FEMM a Parlamentoya Ewropayê de, ji her 10 jinan yek jê di 15 saliya xwe de rastî tacîza sîber tê. Li gorî lêkolînên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, jin ji sedî 73 bi rêya torên civakî ji aliyê kesên ku nasnakin ve rastî tacîzê tên.
 
QALIBÊN NAS: WÊ NE BIŞÎNE
 
Derûnnas Cemre Oztoprak, bal kişand ser tundiya dîjîtal a li dijî jinan û wiha axivî: “Tundiya dîjîtal, bi rêya amûrên teknolojiyê mirov sînordarkirin, bêhuzûrkirin û biçûk xistin e. Hin qalibên mîna ‘Di cih de wêne/cih bavêje’, ‘Bi şev li serxetê bûyî’ û ‘Te çima ew kes lê zêde kir?’ hene. Em hemû van qaliban nas dikin. Ev qalib bi taybetî di têkiliyên kesan de, bi awayekê tundiya dîjîtal derdikevin pêşberî me. Helwestên kontrolkirinên hesabên medya civakî, dayîna şîfreyan, ji bo wêne/dîmen zor lêkirin, her tim peyam şandin û li benda bersiva zû mayîn, awayên tundiya dîjîtalin.”
 
AWAYÊN TUNDIYA DÎJÎTAL
 
Oztoprak, diyar kir ku tundiya dîjîtal tenê di têkiliyan de nayê dîtin û wiha got: “Agahiyên kesan bi dest xistin û bi armancekê xirab bi kar anîn, agahiyên şaş derbarê kesan de belav kirin, kes weke hedef nîşan dan û xapandin, weke awayên tundiya dîjîtal derdikevin pêşberî me. Dema ku em li van hemûyan mêze dikin, 9 awayên tundiya dîjîtal ên cuda derdikevin holê: peyvên nefretê, mobbîng, çavderî, armanca xirab, tacîz, agahiyên taybet bi dest xistin û tevgerên kesên li pêşber kontrolkirin. Hemû tundî bi hev ve girêdayîne. Bi taybetî ligel tundiya derûnnî û cinsî, herî zêde tundiya dîjîtal tê dîtin. Di encamê de, bandora vê ya derûnnî di roja me ya îro de pir zêde bûye.” 
 
DIBE SEDAMA PIRSGIRÊN TENDURISTIYÊ
 
Oztoprak, di dewama axaftina xwe de wiha got: Zarokên temenê wan ji 18 salî biçûktir û jin pir zêde ji tundiya dîjîtal bi bandor dibin. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên tenduristiyê di jin û zarokan rû bidin. Tundiya dîjîtal, awayekê tundiya li gorî zayendiya civakiye. Desthilatdarî, polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê yên li hemberî bersûcan dewam dike û rastiya tundiya dijital paş guh dike. Ger Peymana Stenbolê bihatiba bi cih anîn, wê ev rewş ne derketiba holê.” 
 
Oztoprak, dest nîşan kir ku divê rêxistinên jinan ên têkoşîna maf didin, di heman demê de, di qada dîjîtal de jî, xebatên xwe bi hêz bikin û serî li rêyên bi ewle bidin. Oztoprak, da zanîn ku lazime ku di vê mijarê de nivîsên bi ewle bên pêşxistin û belav kirin. Oztoprak, bi bîr xist ku di demên dawî de, jin li ser medya civakî bersûcan akere dikin û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî, divê jin û rêxistinên jinan, bêdeng nemînin û tu carî paş ve gavan ne avêjin. Ger em wisan bikin emê karibin dengê xwe bidin bihîstin. Divê em qadên tê de bi hev re xurt dibin, zêde bikin.” 
 
MA / Berna Kîşîn