HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand

  • jin
  • 12:31 10 Gulan 2021
  • |
img
RIHA - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgehên cuda tên girtin re qert şand. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, li pêş PTT’ê axivî û ev tişt: “Ji bo dayikan diyariya herî mezin azadî û aştî ye.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, bi boneya Roja Dayikan ji jinên siyasetmedar ên girtî re qert şand. Meclisê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dimîne û Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Kandirayê dimîne jî di nav de bi dehan jinên siyasetmedar re qert şandin. Meclisê, di qertan de cih da mijara aştî û edaletê. Ji ber qedexeya derketina derve Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu û Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî qert şandin. 
 
DIYARIYA HERÎ MEZIN AZADI YE
 
Surucu, li pêş PTT'a Yenîşehîrê ya li navçeya Halîliyeyê axivî û wiha got: “Îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan jin bi zarokên xwe re di nava çar dîwaran de ne. Daxwaza me ew e ku ji ber Roja Dayikan deriyê girtîgehan were vekirin û ji bo dayik û jinan azadî pêk were. Em weke Meclisa Jinan a Rihayê, di serî de Dayikên Aştiyê, jinên siyasetmedar ên girtî silav dikin. Ji bo dayikan diyariya herî mezin azadî û aştî ye. Em weke Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA'yê heta ku em jiyaneke azad diafirînin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Roja Dayikan a hemû dayikan pîroz be.”