Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin

  • jin
  • 10:10 17 Nîsan 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Rêveberên HDP'î li herêma Egeyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin û dê raporekê amade bikin. Rêveberên HDP'î dê têkildarî pirsgirêka jinan li meclîsê daxuyaniyê bidin û ji bo çareseriyê bi rêveberiyên herêmî re hevdîtinan bikin. 
 
Meclmîsa Jinan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li herêma Egeyê di çarçoveya kampanya "Ji bo Jinan Edalet" bi navê “Ji xizaniya jinan re na" hatin cem hev. Meclîsa Jinan, piştî li herêma Egeyê civîn li dar xist, li pirsgirêkên jinan guhdar kirin û dê raporekê amade bikin. Meclîsa jinan di civînên 3 rojan ên li Îzmir û Aydinê de nîşe girtin û dê bikin rapor. HDP’iyan hem li pirsgirêkan guhdar kirin û hem ji bo çareseriya pirsgirêkan niqaş kirin. Meclîsa jinan di civînan de bi jinên muzîkjen, romen, mîdyefiroş, firoşkerên nanê tenûrê û karkerên zeviyan re hatin cem hev. 
 
JINAN BI HEVRE SOHMET KIRIN Û LI HEV GUHDAR KIRIN
 
Jinağn di civînê de anîn ziman ku bi piştevanî, hevkarî û niqaşên hevpar dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, piştî civînê têkildarî civînan û çareseriyê ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'XIZANÎ ZÊDE DIBE' 
 
Kemalbay, anî ziman ku qeyrana aborî bi taybetî ji ber şewba vîrûsa corona herî zêde bandorê li jinan dke û wiha got: "Em bi van civînan dixwazin bibin dengê jinan. Em li her derê bi coş û kelecan hatin pêşwazîkirin. Me li pirsgirêkê jinan guhdar kirin. Pir kêfxweş bûn. Diyar kirin ku partiên din jî tên hevdîtina wan, lê çareseriyê pêş naxin. Xwestin HDP di vê mijarê de bibe çareserî. Me li hev guhdar kir û em bi hevre li çareseriyê geriyan. Me li hev guhdar kir. Temasî hev kir." 
 
'JIN DI ŞERTÊ PIR GIRAN DE KAR DIKIN' 
 
Kemalbay, destnîşan kir ku jin di şertên pir giran û dijwar de xebatê dikin û wiha axivî: "Xizanî hatiye asta ku nikaribin nan bistnînin. Di kar de yên qezenç dikin mêr in. Keda jinan tê xwarin û binpêkirin. Jin hem di şertê giran de kar dikin û hem keda wan tê xwarin. Em ê bibin dengê jinan. Her çend şertên jiyanê zor bin jî dîsa jin di şertê giran de kar dikin û hewl didin debara xwe bikin. Her çend şert dijwar bin jî, jin nabêjin 'Em mexdûr in' û têdikoşin. Ji bo debarê dixebitin. Kedek pir zêde didin." 
 
KEDA JINAN NAYÊ DÎTIN' 
 
Kemalbay, herî dawî bilêv kir ku keda jinê nayê dîtin û wiha bi dawî kir: "Keda jinê ya li malê nayê dîtin. Jin heqê keda xwe nastînin. Di karê giran û dijwar de bi erzanî kar dikin. Jin li qadê bi tenê têne hiştin. Pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên pergalê ne. Qeyrana aborî û şewbê herî zêde bandorê li ser jinan dike. Ji ber vê yekê têkoşîna hevpar û piştevaniya jinan pir girîng e. 
 
EM Ê BIBIN MECLÎSÊ 
 
Ji bo çaresiyê em ê piştevaniyê xurt bikin. Me li jinan guhdar kir û me nîşe girtin. Em ê bikin rapor û emê vê raporê bibin rojeva meclîsê. Em ê pirsname û pêşniyarnameyan bidin meclîsê. Ji bo çareseriyê em ê bi rêveberiyên herêmî re jî hevdîtinan bikin."
 
MA/ Semra Turan