‘Axaftina yek zilamî red bikin’

  • jin
  • 09:46 16 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Ji binesazên Peymana Stenbolê Ferîde Acar, diyar kir ku desthilatdarî hewl dide “Wekheviya zayendî ya civakî” weke talûke nîşan bide û parêzer Ekîn Baltaş jî, da zanîn ku desthilatdarî bi hinceta peyman “li dijî nirxên malbatê ye” dixwaze rewşê şêlo bike û xwest jin axaftin yek zilamî red bikin.
 
Li gorî biryara di Rojnameya Fermî ya bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Erdogan hat weşandin de, bi Biryara Desteya Wezîran “Peymana Stenbolê” hat feskirin. Jinên ku ji feskirina peymanê û vir ve li qadene, dan zanîn ku ev biryara pêşiya mafê jiyanê ya jinan digire.
 
Seroka Koma Pispor a Peymana Stenbolê (GREVIO) û Endama Komîteya Jiholêrakirin Cihêkariyên Li Dijî Jinan a Neteweyên Yekbûyî (CEDAW) Prof. Dr. Ferîde Acar û ji Komeleya Zaman a Jinan Ekîn Baltaş biryara paşve vekişandina ji peymanê nirxandin. 
 
MERCA PÊŞÎN A PEYMANÊ
 
Acar, diyar kir ku Peymana Stenbolê hemû tundî, tehde û çewisandên li dijî jinan asteng dike û wiha axivî: “Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê merca herî pêşîn Peymana Stenbolê ye. Ji ber vê paşve vekişîna ji peynamê berî her tişî pêşiya tundiyê vekirine. 47 welatên endamên Konseya Ewropayê ev peyman îmze kirin. Welatên ne endam jî dikarin vê peymanê îmze bikin. Yanî Peymana Stenbolê, kûrewiye. Divê wiha bê nirxandin. Li gorî madeya 90’emîn a Qanûna Bingehîn ev peyman hatiye qebûlkirin. Ger li gorî qanûnê nakokî di madeyên wê de hebin dikare bên guhertin. Dema ku di warê Tirkiyeyê de li rewşa heyî tê mezekirin, ev peyman enstrumanek pir bi hêze. Ev peyman li dijî pirsgirêkên şênber û cihêkariyê ye. Di heman demê nexşerêyeke.” 
 
WEKHEVIYA ZAYENDÎ YA CIVAKÎ
 
Acar, da zanîn ku li Tirkiyeyê, “wekheviya zayendî ya civakî” weke bi talûke û zerar tê pênasekirin û wiha got: “Feskirina peymanê bi tirse. Di vê çarçoveyê de, divê li Tirkiyeyê, pîvana wekheviya zayendî ya civakî di hemû pîvanên sereke yên polîtîk de bên bi cih kirin.”
 
DESTHILATDARÎ REWŞÊ ŞÊLO DIKE 
 
Ji Komeleya Zaman a Jinan Parêzer Ekîn Baltaş jî, dest nîşan kir ku Peymana Stenbolê hêviya jiyanek azad û wekhev a jinan e. Baltaş, diyar kir ku peyman li dijî modela malbatê ya ku desthilatdarî dixwaze ava bike ye û wiha axivî: “Peyman ji bo bi hêzbûna jinan pir berfirehe. AKP’ê gelek caran bi hinceta ‘nirxên malbatî tune dike’ peyman kiriye hedefê. Desthilatdarî dixwaze bi vê hincetê rewşa heyî şêlo bike. Emê tu carî biryara feskirinê qebûl nekin. Peymana Stenbolê di Meclîsê de hat merêkirin û ket meriyetê. Encex ji aliyê Meclîsê ve ji meriyetê bê derxistin. Ji ber vê biryarnameya fesklirinê, ne derbas dare.”
 
PEYMAN MAFÊ JIYANÊ YE
 
Baltaş, da zanîn ku peyman ji bo parastina jin û zarokn pir girînge û wiha dewam kir: “Ji bo darizandinê û cezakirinê, rêyek bingehîne. Polîtîkayên dewletê her tim têgîna ne cezakirinê xwedî dike. Di kevneşopiya daraza Tirkiyeyê de, polîtîkayên ne cezakirinê heye. Tundî pêvajoyeke civakiye û divê dewlet li gorî vê bergiriyên civakî baş bigire. Di rastiyê de tişta ku hatiye feskirin, jiyana me jina ne. Tenê di sala 2021’an de herî kêm 70 jin hatin qetilkirin. Ji bo ku ji beşên muhafezeker dengan bigirin, mafê jiyanê yê bi hezaran jin ji holê rakirin.”
 
Baltaş, da zanîn ku ewê tu carî dev ji jiyan û biryarên xwe bernedin û bang li jinan kir ku axaftinên yek zilamî red bikin. 
 
MA / Berfîn Karaman